Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [firin-ci] de;

6. (bnr: firin-ci)



07.12.2021 11:39 | ferhenga şikestî

1. Li Amedê navê restoranekê ye. Tê sê sal in heye. Navenda xwe li rêya 75ê vekirin dûre li balikçilarê jî şubeyeke dî vekirin.
Piştî ku vebû û hinekî navdar bû ew hemî mişteriyên potansîyel ên buket, onur, tabier hwd... Êdî bûn mişteriyên mayînde yên vê restoranê.
Li Amedê hama bêje min li hemî xwaringehan xwarin xwariye dikarim bêjim xwarina wan ji yên hemîyan çêtir û çêjtir in. Gelek cureyên xwarinan hene. Hinekî buha ye lê dîsa jî pirr xweş çê dikin.
Li balikçilarê şubeya xwe di hemameke dîrokî de vekirin loma ji xelkê gelek rexne hatin girtin, ne şaş bim bo ku bê girtin kesinan bi rêya fermî jî serî lê dan. Xwezî li nava Sûrê avahiyên dîrokî bêtin parastin lê ez tiştekî dî bipirsim. Ma gelo çima kes dengê xwe li xana zelûyan nekir? An jî xana hesanpaşa? Ew jî ne avahiyên dîrokî ne? Ev hemam ji hemîyan çêtir e? Hemam berê Xirbe bûbû qenebî aniha hatiye restorekirin. Li hemî cîhanê ev yek heye. Şirketek dihere cihekî dîrokî Restore dike û piştre ji bo xelkê bi rêyên cuda pêşkêş dike



30.11.2019 16:27 ~16:29 | ferhenga şikestî