Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li fînlandîyayê pergala xebatê] de;

4. pergala ku hêj di heftiyê de çil saet e, di nûçeyê de têt gotin ku serokwezîra fînlandîyayê Sanna Marin ji bo karkeran teklîfa xwe biriye meclîsê, li gorî teklîfa wê dÊ mesayîya rojê bibe 6 saet û hemî karker di heftiyê de çar roj bixebitin sê roj nexebitin.
halê hazir di awropayê de bi giştî mesaîya heftane çil saet e.
ji bo dewletên wek tirkiyê sîstemeke xeyalî ye çimkî li fînlandîyayê debara salane ya şexsan 50 hezar dolar e, li tirkiyê 9 hezar dolar e.
bi kurtasî dewletên wekî fînlandîya, norweç, danîmarka...hwd ji sed salan zêdetir xebitin, li ser tibê, teknolojiyê, sanayîyê, zanîstiyê...hwd ked û cehdeke mezin dan, ji xwarina xwe tawîz dan lê ji zanîstiyê tawîz nedan, îroj ew dikarin bi rehetî pala xwe bidin paldankên xwe, çimkî ew heft teşt nan xwarin.

ev sîstema ku fînlandiya dixwaze biceribîne Microsoft li şubeya xwe ya japonyayê beriya niha ceribandibû û li gorî ku hatiye sehkirin di sedî de çil randimana wan zêde bûye



07.01.2020 11:02 | ferhenga şikestî