Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nîzar benat] de;

1. aktîvîst û rojnamegerekî fîlîstînî ye.
li gorî angaştên vir de û wir de ji aliyê polêsên fîlîstînê ve di mala xwe ya li el xalîl de hatiye berdestkirin.

malbata wî dibêje danê sibêhe bi qasî 25 polês avêtine mala wî û bi jopan ketine li ser nîzarî, bi vî halî wî berdest kirine û piştre kuştine.

piştre ji ber kuştina wî fîlîstînîyan li fîlîstîne çalakî û protesto li dar dixin lêê polêsên fîlîstîne bi tundî êrîşî çalakgeran dikin.

ez her gav dibêjim lê ehmeqên me fêm nakin. problema îsraîl û fîlîstînê ne problemeke dînî ye. mesele berjewendî, îktîdar û aborî ye.
tiştê ku îroj îsraîl li dijî misilmanan dike, misilman bixwe li hevudu dikin. sibêroj ger lingekî îsraîlê bişemite bawer dikim ku erebên rojhilata navîn di nava salekê de ji hîtlerî zêdetir cihûyan bikujin. bi şeref dê cihûyekî/ê jî sax nehêlin.

û divê em bêjin nîzar bixwe polîtikayên qirêj û gendelîyên (rişwet) siyasetmedarên fîlîstînê rexne dike loma jî hate kuştin.



Here lînkê



25.06.2021 11:24 ~11:42 | ferhenga şikestî