Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [projeyên afirîner ji bo kurd û kurdistan] de;

4. ma porejeyên normal pêk hatin ku vêca yên afirîner??

çend projeyên min jî hene ku ne afirîner in gelek ji gelektirîn normal in lê ji ber ku em neteweyekê anormal in dibe ku wek afirîner yan jî fantastîk bên dîtin..

a yekem, divê di her taxeke de qursa zimanê kurdî bên vekirin û hemû şaredariyên ku di bin destê bdp de ne dev ji hemû kar û barên xwe berdin li ser van qursan bisekinin da ku bala hemû hemwelatiyên kurdistanê bi awayekî xurt bikşîne

a duyem divê her taxeke de pirtûkxaneyên mezin bên vekirin û têde bi tenê pirtûkên bi kurdî peyda bibin û bi polîtikayeke rêkûpêk hemû siyasetmedarên kurd têde bi cih bigirin dîsa da ku bala xelkê bikşîne

a sêyem bila şaredariyên me yên ku di destê bdp de ne helmeteke mezin li dar bixin ji bêrîka her kurdekî/ê ve bi qasî debar û dewlemendiya wî/ê pere kom bikin û bi vê pereyê xwendekarên jîr û jêhatî hilbijêrin û bi wan kesên bijarte ji bo xwendin û hînbûna zimanên cur bi cur bişînin awropayê, piştî ku xwendekarên me yên bijarte ji awropayê hatin, bila hama tiştekî din nekin bi tenê wergerê bikin. hemû kîtebên girîng, pêwîst û elzem bila wergerînin ji bo ku pêwîstiya me bi tirkî, erebî û farisî nemîne..

a çarem bi heman rê û rêbazê, xwendaker bên şandin û ji wan her yek ji xwe re beşek ji hunerê hilbijêre (sînema, şano.. hewd) û li ser vê beşê xebat û berhemên ku li dinê hatinekirin bila bi awayekî kurdî li ser bisekinin ku em ji bo têgihîştina cîhana nûjen û kompleks muhtacê tirkî, erebî û farisî nebin

a pêncem (gazinç )şaredariya amede ji dewsa eywana dawetê bila avahiya kurdî der'ê ji nû ve çêbikira baştir dibûn (çûne çend tîrilyon xerç kirine û eywana dawetê çêkirine ma xwedê aqil bide we li amedê her cih qada govend, dîlan, zîtik û lotikan e..)



bi kurtasî proje yan jî xeyalên min ev in dibe ku çend kêmasî hebin hûn tije bikin. lê ez bawer in ger ku tiştên wisa di kurdistanê de pêk werin, di nava 20 salan de di kurdistanê de şoreşa ronesansê dê pêk were. bi rastî jî Tiştên ne pêkan û ne gengez nîn in..



23.02.2014 20:35 | ferhenga şikestî