Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevoksaziya tirşikvaninan] de;

6. çewtî çêdibin gelek normal e. nivîskarên din ên ku ji ber vê çewtiyê eciz in divê piçek tolerans biranê yên din bidin.

ez bixwe gelek çewtiyên rêzimanî dikim û xwedê zane di vê nivîsê de çend heb çewtiyên min hene. ez carinan li nivîsên nivîskaran dinêrim ku camêr bi salan di nava kurmanciyê de ye, bi salan serê xwe pê êşandiye lê hê jî xeletî dike. ma di vir de kes profesyonel nîn e, em jî însan in û bi demê re, hêdî hêdî em pê çewtiyên xwe verdiqilin. mariv bi xebatên rêzimanî û bi xwedina çend kitêb û bi nivîsandina bi çend salan, nikare bişavtina ku li ser wê/î hatiye kirin li ser xwe rake. ma kê bi zimanê kurdî perwerdehî dît? perwerdehî û hînbûn ji hev cihê ne. mesela tirkên ku heta lîsê xwendinê jî dema ku bi tirkî dinivîsin hezar heb çewtî dikin tevî ku 12 sal bi wî zimanî perwerdehî dîtine dîsa jî şaşî dikin. ma em kurd bi hewldana şexsî hînî zimanê xwe bûne, bihêlin em jî çend şaşî bikin. mariv xwe rast dike heta ku mariv bixwe şaşiyên xwe nebîne nikare xwe bi xwe jî xwe rast bike (yaw min jî pirr got xwe:-)



03.04.2014 01:23 | ferhenga şikestî