Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paradîgma] de;

4. qebuleke giştî ya pergalê ye..

ango di warê tiştekî de gihîştina encameke yekdeng û pejirandî ye..

ji bo komara tirkiyeyê mariv dikare kemalîzmê wek paradîgmaya birêvebirina dewletê qebul bike..

çendîn desthilatdar biguhere jî model/paradîgma hê neguheriye..

paradîgma di heman demê de ûslub û şêwaza rêbazên pargelê jî diyar dike, nav û naverok dibedile lê format/rejîm nabedile û heta ku bi qebuleke giştî rejîm û paradigmaya ha neyê rexnekirin û hemû rêç û şopên yên berê ji qanun û zagonan neyê derxistin mirov nikare bêje paradîgma guherî...

li gora fikret başkaya paradîgmaya komarê îflas kiriye, hilweşiyaye.. (bnr: paradigmanın iflası)

bi raya min bo niha ev yek ne pêkan e ji lew naverok ji qalika xwe derket û bi heman şêwazê ket di qalikeke din re..



mirov dikara paradîgmayê pkk'yê jî piçek bişibîne ya kemalîzmê (mehdê xwe tehl û tirş nekin, yan jî bikin hûn dizanin ji lew rastî tehl e, tirşik jî tirş e) jî. dibe ku argumant û jargonên her dû teoriyan ji hev cuda be lê şêwaz û rêbazên pêkanîna pargelê heman in.

mirov dikare bi çend mînakan jî bide ber hev



16.01.2015 18:03 | ferhenga şikestî