Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tewang] de;

5. tewang ew tişt e yê ku şêweya peyvê diguherîne lê di kurdî de bi piranî ji bo navdêran tê bikarhanîn ku di soraniyê de tune lê di kirmanckî de jî heye:

tewang di sê rewşan pêk dihê:

1. gava navdêr raveker be:

destên dijberî: ev î li vir tewanga navdêrê nêr e.

destên elegezê: ew ê tewanga navdêrê mê ye.

destên hevalan: ew an tewanga pirjimariyê ye û zayend li vir diyar nabe.

2.di demên borî de, bi lêkerên gerguhêz re, kirde ditewe: mînak:

min tu kuştî

dijberî xwarin xwar

elegezê av vexwar.

3. de dem û waweyên dî(ne yên borî) bi lêkerên gerguhêz re, bireser ditewe: mînak:

ez te dikujin

Dijber xwarinê dixwe.

elegez avê vedixwe.

ewqasî hêsan e. tenê hinekî bifikirin.



18.09.2015 00:44 | dijber