Tirşik - Profîl
tirşik-profîla elfesya

profîla "elfesya"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [portugalî] de;

3. Yek ji zimanên Latînî ye ku ji bo kesên ku bi spanî dizanin dibe ku di destpêkê de wekî teqlîdeke spanî ya qerfî / takel xuya bike, lê helbet nîn e * Di vîdeoyeke li ser zimannasîyê / agahîyên zimannasîyê de jî heta bi qerfî dihat gotinê "Bes vî zimanî wekî birayê spanî yê ecêb bibînin!" Wekî din, ji spanî zêdetir nêzîkî zimanî Galîsyayê (ku herêmeke otonom a îspanyayê (spanya) ye. Mirov dikare vî zimanî li gorî bilêvkirin û gelek peyv û pêvajoya ku ziman tê re derbas bûye bike du cureyan: portugalîya Brezîlyayê û portugalîya Portugalê (portugalîya evropî). Di portugalîya Brezîlyayê de mirov dikare dirûv û formên kevn û bandora kolonyalîzma Portugalê û bandora zimanên din ên herêmê bibîne, di ya Evropî de jî li gorî ya Brezîlyayê mirov rastî dengên hişktir tê ku hin axivêrên wî (portugalîya evropî) henekî wan wekî "caveman sound" (dengên mirovên şikeftan) pênase dikin. Zimanekî xweş e. Çend gotin: Bom dia! (Rojbaş), Como estás? (Çawa yî?)



16.12.2020 03:29 | elfesya