Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diyalîza perîtonê] de;

1. cureyek diyalîzkirinê ye. Di vê diyalîzê de meriv bi xwe jî dikare diyalîza xwe li her derê bike. rojê 4-5 caran meriv ava diyalîzê bera hundirê zikê xwe dide û ev av 4-5 saetan di wir de dimîne ku xwînê paqij bike. Dû re ew av tê derxistin û tê avêtin. piştî wê ava nû dîsa bera zikê xwe didin.



Li gorî hemodiyalîzê mirov hefteyê 3 rojan bi saetan li nexweşxneyan namîne û bi qasî wê nabetile. mirov dikare bi ber re bişixule û rakeve jî. lê ji bo vê diyalîzê divê mirov biaqil be û perwerdeya wî/wê hebe. Heke ev tişt tune bin pispor vê diyalîzê pêşniyar nakin. Sedema mezin nexweşketine ku divê ev av bi rêyekê here zikê mirovî lê heke lê miqate nebe dê nexweş bikeve. Wekî din jî heke li xwe xwedî dernekeve û diyalîzên xwe xwe bi xwe neke dê bi halekî ne baş de were nexweşxaneyê, ew jî dibe ku bibe sedema mirina wî



28.11.2014 04:16 | berxweda