Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xurmatû] de;

1. Navçeya niha bi fermî bi bajarê selahedîn ê iraqê giredayî ye. Lê di eslê xwe de û çend salên berê jî bi ser kerkûkê ve bû. Di navbera çiyayê hemrîn û kerkûkê de ye. Çiyayê hemrîn wek sînorê kurdistanê tê nasîn.



Navê wê li gorî kurdan ji xurme û tû yê tê. Li gorî tirkmena ji tuz(xwê), hurma(xurme) û dût (tû) tê. Pirraniya wê kurd in wekî din tirkmen û ereb jî lê dijîn.



Wekî din meriv dikare bibêje xurmatû navê herêmekê ye. Çend navçe û bajarokên din jî li wir hene.



Niha di bin êrîşa heşda şeibî de ye. Ên êrîş dikin şiî ne. Ereb û tirkmenên şiî ne. Heke bi têkiliyê venekişin wê ji pêşmergeyan re bibe mane û wê pêşmerge wê herêmê gişî ji wan paqij bike.



15.11.2015 19:06 | berxweda