4. helbesta ku min ji bo xatiran peyvên wê nivîsine. ji ber ku min hin peyv fehm nedikirin şaşî tê de hene ez zanim. bila wan jî tirşikvanên ezîz sererast bikin. çi hatibe guhên min min ew nivîsîne.
KEŞTİYA BAYÊ
Ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn li min i sermiyan hebe
Tu dihatî ji nav rafa kewên birîndar
Di çavên te de xweliya şevbayê xemê
Di singa min de behna bizirkên zaroktiyê ku tu kes ne dermanê xwe bû
Yek ji nişkê ve radibû
Berçavka xwe dişikand ruyê xwe demirisand
Asoyên li pişt kolanan veşartî
gazî dikir ji deşteke bê serî û binî dilîland
bo ew bajarên bi zimanekî dî honandî
qesta parsûyên min kêrkirî dikir
xizanî ku dînê evînê ye
li ber rawestgehan ji hev derdixistin bi rû bijangên me
tu dihatî
mîna tu kes ji tu kesî hez nekirbe mîna tu kes ji tu kesî ji tu kesî
min hestekê dibeytan ku jê re bêjim evîn
mîna şemamoka di erdekirî xemgîn
kolanên enqera tijê dibûn bi ezirgana te
û kêfa destên min bi ramûsanên te
elewîyên şevê bûn em qulingên demê bûn
me tu fikarek tune bûn ji rojê
te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fereh
çerx û sema digeriya li dor pora te
kurahiyek avek xewnerojek
û li şûna simbelên min bîranînên kitanî
çi dibêjim
belkî tiştekî nabêjim
bo xortaniya min e bi du zer memikên te yî xuy dayî
ji bo xatirê qehweyan û parkan
here bibîne ew jora pênûsa min beriqî
bibîne ku çi miriyekî çeleng bûm
talilayî li ber tîrên gewrebozan
qîzînên ser devra ketî bulvarên sterîl
kevnefavorîlîteyê li ber şevê ketî
şaşiya bi kevnehavînekê re paldayî
ku eşq jîyan bûba min dê telefat li cem te
niha çi bikim çavikek li dolabek şikestî nayê
du keleçermên te li ser lêvan
êvar bihesibîne çûyina ewran
berê min her li kû be
bêjê çûyîn çi peyvekê dirêj e
bêje tûşê tiştan bûm bi gelek tiştan dizanim
gelek cemidîm piştî xewnê
bi rikekê demode di orkestraya qelabalixê de kemaneke ji hedê xwe derketî
lê ax nîne ji di pakê zêde min abayek
bi min re diaxive şûna behna min jî
navê min bibihîse gava dergistiyan demên dizîn bi navranên xwe yî qurifirkî
bizanibe dilê min bar e li ser dilê min
ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin
te ji hemû şibakan li min dinihêrî
min birînek bibîrdianî nizanim di singa kê de
ketîbûm
neêşîne siya çûkên êşiyayî jî
min xerîbiya xwe dikir li quncê demê
ne hatina şevê bûm ez ne sotina gulê bûm
mehrûm û qewirî ji paqila derfetekî
ji şerbikên cembilşikestî diçurisî olana şevê
straneke zîz li pey trênên dixulxulî
weke yekî sebra xwe bi eşkênê? nayêne qurre bû
ax çûyîn çiqas li min tên
li pey şopa derwêşên hevçerx dibînim ku têr ax ji xortaniya min e seridî
ji qulingên malên tarî
ji kûjinekên teşengirtî hatim bi ser şanikên te ve
tu dizane ey evîn
çawa li destê te dipirsî peyvên ji kevnedestanan kengizîn
bayê geliyên dûr li ser eniya min diliyîst
dizuriya leylana asoyeke glover
li dora min hevalên kuştî û dayox
ax ku kurdîlî nifirê sedsala zikreş bû êdî
ka bêje çi bû ya ji lêvên te nabare
ma min jî evînek nevê piştî saxmayînekê
xayîz xeterok û dilmayî me
nizanim çima li kolanên gewrên bajarên radayî
ma di dilê çûkekî de tiştên te nedayî min kû
dilekî sar û ava hevraza aşekî bûn
nîvco me neyarê xwe me
li pey şopa xwe me ku ji xwîna şerikê dinasim
dipale şevekê ji şevanê paştir
gava xewnekê dibînim di xewna xwe de
dipelişe rabirduyek li pey min
weke hespên serberdayî nedîtî nebînayî
kulmalê mala xwe me
salixdana çîroka xwe me ku wa jibîr dikî li deverekî
gava pel ên dîroka çongan dinivîsin
li ber deranzînka demsala serî ditewandin
rabe bide nav qehweyan
te kevneminekî bibîne di hinava doxana zelal de
kovana xwe tanişkî
kesera xwe ji rêzê
ruyê xwe bi dûzanên koh keşartî
a ji kufik û pêkerên eceb mayî
navekî xwe tune li ber destarê şînê ku ne bajarê min bû
piştî her şikestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê
bide pey ya zehmettir
berpala xwe li tu deverî xweş neke
û biqere here.
|