Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dara berrûyê

profîla "dara berrûyê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşok] de;

1. gihayek tehma wê tirşe.



Min dî li jor dinalî , bilbil bi deng û hawar

Min gotê ey Cegerxwîn , çiman te dil birîndar

Go ez ji derdê kurdan dikim hewar û gazî

Wer da ji bo te bêjim ehwalê kurdê xemxwar

Kurdistan pir xweş û geş , ez jê re tim dinalim

Ew asitanê kurde , şêrîne deşt û zinar

Zinar û bax û bostan zeytûn û sêv û hirmê

Hincas û xox û mişmiş bihok û gwîz û hinar

Alûç û tirş û bindeq , behîv û îj û rijik

Şeng û te'ew , belalûk , dirî û şox û çinar

Kevot û benk û benav , maz û guhîj û êrvîst

tirşok û lov û gêzer , gilyaz û xir û qîvar

Gulnaz û çîçeka zer , rîhan û hem qedîfe

Beybûn û nêrgîza reş , xweş yasemîn û gulnar

Tirî çi koxer û reş dirêj û beng û zeytî

Mezrûn û gewr û qerqaş , nayên zanîn bê hejmar

Avîk û werz û şênî , rez û bostan û bexçe

Şebeş , ecûr û qawin , gundor û qet û xîyar

Ava şêrîn û paqij , çem û newal û kanî

Cihok û gol û derya , miskar û ça û robar

Birinc û nok û şolik , têsk û genim , cehê reş

Têtin di çol û deştan , Dara ê kurde , cotar

Ahû , keroşk û rovî pez û dewar û kovî

Wawîk û hirç û gurg û şêr û piling û keftar

Maden çi zîv û zêre , pêtrol û xwê û polad

Hem ces û paxir û aş , hasin û komir û dar

Şahîn û baz hilatin , bûm bûye padîşahek

Bermayê Tirk û Tacîk , talan kir û hemî xwar.

--seydayê cegerxwîn--



21.03.2014 22:26 | dara berrûyê