96
2014.12.08 18:55
Piştî herdu kitêbên xwe “Asûs” û “Nara”, Mehmet Dicle vêga bi kitêba xwe ya sêyemîn a çîrokan bi me re ye: “Ta”. Ew dîsa me vedixwîne Asûsê. Dibe “Sala Kulê”, dema xelayê: “Qimil hatin, mihacir hatin, kul hat, li me bû xela. Tu nehatî. Îşev dengê guran jî ji diyaran tê. Ew jî ji pêşiya ûris reviyane. Xwezî tu jî bireviyayî. Ji zû ve ye kaxidên reş jî nayên. Dibên berfê rê girtiye loma. Zivistanên Serhedê xedar in. Esker li ser pişta hespan dibin mirovin ji qeşayê. Jinikek mihacir digot, tiliyên lingan dirizin, wek gûzên pûç diweşin.” Û “Ta”, serpêhatiya Cemşîdê kor ku ji êvarê de li ber kuçikê rûniştibû û qala çîroka wê tivingê dikir: “Çar mêran jinên xwe bi vê tivingê kuştine. Jinên ne xwediyê sozên xwe.” Hersê jinên kuştî bellî ne, lê ya çaran ê kî be? Mehmet Dicle, ji mirovên piçûk û sade karakterên mezin ava dike.
1. di tirkîde ji ta ra tê gotin ''üşüme titreme ile yükselen ateş''.lê di kurdî de em bêjin ta her tîşt tê fêmkirin. |
|
3. Navê berhemeke çîroknivîs (bnr: mehmet Dicle) ye. |
|
4. 'pêjna te nayê |
|
5. Ta bi derziyê veke. |
|
7. 1. (bnr: ta û derzî) |
|
9. ben, benik, tiştê ku ji pembû, naylon.. an hevrîşimê bi awayekî zirav çêdibe di dirûtînê û çêkirina kinc mincada bikartînin. |
|
11. wateyên peyvê pirr in. yek jê nexweşbûn, yek jê ji bo benê ziravê derziyan e yek jê jî ji bo "adet"ê ye. lê ev "ta" tenê ji bo "giyayan" tê bikaranîn. yanî gava tu qala kema firingiyê bikî dikarî bêjî du ta(adet) firîngî lê gava qala firingiya sebze bikî divê bêjî heb... herwekî: |
|
12. navê nexweşiyekê ye. bi tirkî dibêjinê sitma. yek sedema vê nexweşiyê, ajaleke, bi navê pêşî tê naskirin. ji ber ku li cihên gemarî didijî, nexweşiyê jî bi xwere digerêne. |
|
13. em kurdên ciwan dibêjin "ateşa min derket". lê yên berê digotin "min ta girt" . yanî sitma û ta ji hevdû dûrin . sitma nexweşîyek afrîkanî ye, kurdîya wê tinne be jî normal e . bi rastî gotina ateş jî ne çewt e. ateş bi farisî ye û ji avestayî tê. |
|