Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

antolojiya çîrokên kurmancên başûr

 XELÎL DUHOKÎ

 

 avesta


 2008


 kurmancî

 

 208

 lêkolîn çîrok

 2014.12.08 20:46

 simurg56

 piştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin ûnivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi kurmanciya jêrî bûn. Kovar,rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî,di wan salan de, xortên kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendînnivîskarên kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendînromanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînanronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata kurmanciya jorî gelekin û eve jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve. Yekem pirtûka kurteçîrokan li Kurdistanabaşûr, bi kurmanciya jorî, di sala 1972ê de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendîve hate çapkirin û di sala 1979ê de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê,piştî hîngê her sal çendînên din jî karwan pêş de dibir. Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne ûhindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê dinav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet ûşîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj berbi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniyanivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniyacotkar û hejaran e û mirovê kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat ûxweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran,perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî ûwekheviya mirovî dikin. Ev pirtûke, bi tenê berhemên devera Badînan himbêzdike û pirraniya wan bi tîpên erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaranhatiye parastin. Nivîskar û çîroka wan a di antolojiyê de cîdigre ev in: ENWERMEHEMED TAHIR, Evrojivanê me ye XELÎL DUHOKÎ, Nihênî SERFERAZ ELÎNEQŞEBENDÎ, Heft îşyên tirî... SEGVAN XELÎLHÎDAYET, Ewê dawiya wî xuya ÎBRAHÎM SELMAN, Wexerek NIZAR MEHEMED SEÎD, Kurê kolana HESEN SILÊVANÎ, BalolkaŞekirê SIDQÎ HIRORÎ, Evînavekuştî KOVAN, Berefhevalan Jaro Duhokî, Veciniqîn SALIMÊ CASIM, Simbêl HIşyar Rêkanî, Helawîstin MEHEMED SELÎMSIWARÎ, Hinara Tirş FAZIL UMER, Mêvanê newext Îsmaîl Hacanî, Mestiya Serkeftinê Tîlî SalIh Mûsa, Stêra berxwedanê BAYIZ UMER, Kî? EGÎD ŞEFÎQ, Zîndan CELAL MUSTEFA, Revîn KERÎMCEMÎL BIYANÎ, Hirmîka Xirş SEBÎH MEHEMED HESEN, HizrêtTêkelkirî HAZIMÊ CASIM, Hilkeftinekdi Çûn û Hatinê de ÎSMAÎL MUSTEFA, Vegeryan ÎSMET MEHEMED BEDEL, Helwêst XALID SALIH, Rondik ûStiran Tehsîn NavIşkî, Vegirtin HESEN ÎBRAHÎMEBDULLA, Dergehê Hîviya HEKÎM EBDULLA, Çend Xulkekji Demeke Dirêj BABÊ ROJÊ, Demjimêr Dazde ZEKÎ SILÊVANÎ, Tol QEYRAN FEREC EBDAL, Dilîk ArIf Hîto, Hevdîtins Nefîsa Îsmaîl Hacî, Şêwekar MIhsIn Ebdulrehman , Modêrne fişar SalIh Xazî, Dewlet di bazinê gomanê da Li Bakur qîmeta Antolojiya Çîrokên Başûr Çîrokên Başûr em li Bakur dixwînin Ev vexwendina çîrokên ku heta niha me nekariye xwe bigihînin wan e. Vexwendina çîrokên kurdên me yên Behdînanê ye. Em qala “Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” dikin. Ji du aliyan ve ev pirtûk girîng e û di nav pirtûkên 2011´an de li Bakur cihê xwe girtiye. Yek, Çîrokên di antolojiyê de piraniya wan bi tîpên Erebî hatibûn nivîsîn û piraniya em kurdên Bakur me nedikarî jê sûde bigirin. Ya diduyan jî ev çîrok negihîştibûn Bakur û niha em dikarin wan bixwînin. Erê bi salan berê hatibû gotin "Wêjeyê sînorên li nav kurdan parçe kir". Bi awayekî fermî sînor hê li cihê xwe bin jî êdî bi parçeyên din re bi her awayî têkiliya parçeyên din didome. Ev antolojî jî di vî warî de gaveke girîng e. Weşanên Avesta ku ev pirtûk çap kiriye pîrozkirinê heq dike. Çîrokên di antolojî de ji bo min tiştek nû bûn, ji ber ku wekî gelek kurdî min berê ew qet nedîtibûn û nexwendibûn. Her wiha hin agahiyên li ser çîrokên Behdînan ku Xelîl Dihokî di pêşekê de gotine jî ji bo min nû bûn. Niha jî em li ser pirtûkê hin agahiyan bidin. - Li nav kurdan yekem çîrok wekî çîroka Fuadê Temê tê hesibandin ku Rojî Kurd ew di sala 1913´an de belav kiriye. - Li Behdînanê yekem çîrok ji aliyê Salih Rişdî ve hatiye nivîsandin. (Çîrok di "Ronahî" de hatiye çapkirin ku wê çaxê Hafiz Qazî ew diweşand) - Li Başûr jî nivîsa bi kurdî li paş maye, lê di salên 1970-75´an de hewlek daye xwe. Di sala 1972´yan de hin kesan çîrok nivîsîne lê paşê berdewam nekirine. - Yekem pirtûka kurteçîrokan li başûr bi kurmanciya jorîn di sala 1972´yan de ji aliyê Elî Neqşîbendî ve hatiye çapkirin. Piştî Elî Neqşîbendî, di sala 1979´an de Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe ya çîrokan çap kirine. Dûre karwan wisa dom kiriye. - Antolojiya li ber destê me tenê ji çîrokên herêma Behdînan pêk tê. - Li her derê dinyayê rewşa jiyana rojane li ser nivîskaran her bandora xwe kiriye. Li nav kurdan jî rewş wisa ye. Ev yek di çîrokên antolojiyê de jî xwe nîşan dide. Lewma gelek çîrokên di antolojiyê de li ser şer in ku şer her li ber deriyê kurdan bû; hê jî li ber deriyê kurdan e. - Di nav çîrokan de çîroka Sidqî Hirorî "Evîna Vekuştî" ji aliyê şikestina xeyalên ciwanan ve mînakek balkêş e. Çîrokek xweş e. - Çîroka Kovan a bi navê "Beref Hevalan" jî çîrokek balkêş e. - "Nihênî" ya Xelîlê Dihokî jî bi heman awayî. (Helbet gelek çîrokên balkêş hene lê serê pêşî ev hatin bîra min) - Divê ez li xwe mikur bêm ku hin çîrok min ji ber zimanê wan fêm nekirin. Yanê hin peyv hebûn di nav çîrokan de min fêm nedikir ji wan. Ev jî kêmasiya min e. Her çiqas têkiliya di navbera devokan de (çi bi xwendin, çi bi têkiliya rojane) xurt bibe ev fêmnekirin dê ji holê rabe. Ez berê de hay ji vê yekê hebûm, lê vê antolojî careke din ev anî bîra min. - Kesên di antolojî de çîrokên wan hatine weşandin bi giştî di salên 1950, 60, 70´yan de hatine dinyayê. Piraniya çîroknivîskaran di salên 1950´î û 60´an de hatine dinê. Tenê kesek (Enwer Tahir) di sala 1949´an de hatiye dinê ku tekane kes e wekî nifşê salên 40´î di antolojî de cih girtiye. Di heman demê de kesê herî bi temen e di nav vê antolojiyê de. Ji salên 1980´ê kes di antolojiyê de nîn e û ji salên 70´yan jî Nefîsa Îsmaîl Hecî (bûyîn: 1972) heye û Jaro Duhokî (bûyîn 1978) heye ku Duhokî wekî kesê herî ciwan di antolojiyê de cih girtiye. - Çapa yekem a vê antolojiyê di sala 1995´an de li Stockholmê hatiye dinê. Çapa duyem jî 2011´an de li Stenbolê ji aliyê Weşanên Avestayê ve, bi awayê berfirehkirî hatiye çapkirin. Em dema salên 1980´ê û 2011´an bidin ber hev, 30 sal derdikeve pêş me û ev tê bîra me: Gelo ji salên 80´ê kes/in çîrok nivîsîbûn nîn bûn ku di nav çapa nû de cih bigirin? ...Wekî nota dawî: Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr hêjayî xwendinê ye. Bi balkêşiya xwe ve di nav pirtûkên salên 2011´an de derketiye pêş. Û gotina dawî: Pêdivî bi antolojiya çîrokên kurmancên me yên soran jî heye ku em wan jî bibînin û bixwînin. Cemîl Oguz, diyarname.com, 12.02.2012


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: