Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

şerefname

 Şerefxanê Bedlîsî

  Ziya Avci

 avesta


 2000


 kurmancî

 

 662

 dîrok

 2014.12.08 20:58

 simurg56

 Şerefname, meşa milletê Kurd a li ser sahneya dîrokê ye. Aqil, hiş û bîreweriya sedan salan e. Li welatê çîroka, çîroka rast a mîrekiyên Kurd e. Kurdiya Şerefnamê nîşan dide ku ew ne tenê kronîkeke tarîxî ye; ew berhemeke edebî ye jî... Ji Şerefnameyê Mêrxasên ku ketin nava keleyê, di wê şeva tarî de ku hîv û rojê riya xwe şaş kiribûn û serberedayî digeriyan, felekê bi hezaran çavên xwe ve riyaxwe şaş kiribû û nedizanî ka gelo dê bi kîjan riyê de biçe, wan bi dilû can kiribûn serê xwe û bi vî awayî jî bi riya Birca Reş a li milê bakurê keleyê, wekî bayê birûskê rakêşan û derketin ser keleyê. Li wir, piştî ku benên derenceyên xwe bi pencera xaniyekî vala ve girê dan, daketin xwarê. Benên kemendên xwe berdan wekî maran Ji bo ku têxin destê xwe şêrên felekê Bi dest xistin Kurdan bi zora milê xwe hemî sengeran Vekirin di hemî ciyan de deriyên şêran Li milekî bejna xwe dikirin al, bilind dikirin Li milekî jî çêdikirin bi zend û milên xwe derenceyan ŞEREFNAME Û TABLOYÊN WÊ YÊN MINYATÛR Şerefname -Dîroka Kurdistanê ya Qedîm- kitêbek e ku dîrok û serpêhatiyên ji dema kevin heta sala 1597ê zayînî ya malbat û mîrekiyên Kurdan e ku ji aliyê mîrê Bedlîsê Mîr Şeref Xan ve hatiye nivîsandin. Bavê Mîr Şeref Xan, Mîr Şemseddîn, di sala 1536-37an de, ji ber hinek bûyerên di navbera wî û ulame de qewimîn, ji aliyê sultanê Osmanî ve ji ser mîrekiya Bedlîsê hat rakirin û ew jî bi 600-700 malbatên Bedlîsê re koçî nav erdê Sefewiyan kir û xwe avêt seraya Şah Tehmasb. Ew li bajarê Qumê hat bicihkirin û ji aliyê Şah Tehmasb ve di rêza şah û sultan de hat girtin û qedrekî mezin jê re hat dayîn û li wir jî zewicî. Ji vê zewacê, di sala 1543yê zayînî de Mîr Şeref Xan çêbû. Mîr Şeref Xan, di seraya Şah Tehmasb de bi zarokên Şah û serayê re perwerdeya xwe temam kir. Gelek dersên cihê xwendin, ji van ya herî balkêş jî dersa neqaşî û wênekêşiyê ye. Di gelek eyaletên Sefewiyan de walîtî kir û di karê birêvebiriya îdareya Sefewiyan de beşdar bû. Dema li Îranê, bi hîs û ruhiyeta ku Kurd jî xwedî dîrok in û serpêhatî û bûyerên malbat û mîrekiyên Kurdan winda nebin, dest bi berhevkirina zanyarî û agahdariyên derbarê wan de dike. Pişt re, di sala 1579ê de, bi navberiya Xusrew Paşa, ji aliyê Sultan Muradê Osmanî ve, Mîrêmîrekiya Kurdistanê jê re tê dayîn û bi malbatên Bedlîsî yên pê re vedigere Bedlîsê. Piştî vê vegerê, dest bi nivîsandina Şerefnameyê dike û di sala 1597ê zayînî (1005ê koçî) de cilda yekê ya Şerefnameyê temam dike. Berî ku dest bi nivîsandinê bike, naverokek ji mijarên ku dê li ser binivîse çêdike û li gor vê karê xwe dimeşîne. Ev naveroka kitêbê jî, li gor rewşa îdarî û serwerî ya ew malbat û mîrekiyên di derbarê wan de nivîsandiye bûye. Wan malbat û mîrekiyan dike sê sefhe û temamê kitêbê jî dike çar sefhe. Sefhe jî dibin beş û qisim. Şeref Xan dibêje: "Sefheya yekê di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezinên Kurdistanê de ne ku alaya saltanat û serxwebûniyê bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine." Ji bo sefheya duduyan jî dibêje: "Di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku her çendîn negihîştine dereceya serxwebûniyek temam, bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê de gihîştine dereceyek wisa ku hinek ji wan li ser navê xwe sikke lêdane..." Ji sefheya sisiyan re jî dibêje: "Di derbarê hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê de ne. Sefheya dawiyê û ya çaran jî di derbarê mîrekiya bav û kalên xwe ya Bedlîsê de nivîsandiye. Şeref Xan, yekem kes e ku sînorê Kurdistanê yê coxrafîk kêşaye û bi awayekî vekirî daye xuyakirin. Dîsa yekem kes e ku bi awayekî zelal behsa qewmiyetê, hîs û ruhê kurdayetiyê kiriye. Ji bo ku Şeref Xan di seraya Şah Tehmasb de dersê neqaşiyê xwendiye, di dema nivîsa Şerefnameyê de, li ser hinek bûyerên dîrokî wekî nivîskî tişt negotine, lê wan di rûpelên ew mijar derbas dibin de, wekî minyatûr teswîr û îzah kirine. Ji ber vê, di cilda yekê ya Şerefnameyê de bîst û di cilda Şerefnameyê ya duduyan, ya li ser dîroka Osmanî, Îran û Turanê nivîsandiye de jî çar tabloyên mînyatûrê di derbarê dîroka Osmaniyan de çêkirine, hene. Her yek ji van tabloyan bûyerek dîrokî teswîr dikin. Ew bi hosteyî hatine çêkirin, di nav emsalên xwe de tek in û nirx û bihayê wan layiqê meth û şanaziyê ne. Ev mînyatur, di nusxeya Şerefnameyê ya yekem a bi destxeta Şeref Xan bixwe hatî nivîsandin de ne. Ev nusxe li Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê ye. Kitêbxaneyê, ji bo agahdariya li ser vê nusxeyê wiha nivîsandiye: "Ev Nusxeya berdest, berztirîn nusxeya Şerefnameyê ye ku ew jî di saya destxeta Şeref Xan bi xwe de ye ku destnivîsê temam kiriye..." Dîroknasî Dîroknasî di ser hemî huneran re ye. Dîrok, tijî ji ders û tecrûbên bi feyde û rênîşandanên bi kêrhatî û bi qezenc in. Serpêhatiyên me yên borî bibîra me dixe, rojên me yên kevnare yên dûr nêzî me dike û bala me dikişîne ser emekdariyên berî me hatine kirin. Jixwe, bi taybetî eger ew serpêhatî û bûyerên han ji dem û lêkolînên xweş pêk bên û xwendevanên destpak û qelemrengîn rûpelên kitêban pê binexşînin. Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên‘Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemî armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe. Ez, Şerefxanê Bedlîsî Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemî bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im. Li ser Şerefnameyê çi gotin? Şerefname, mêrxasname ye. Eger em hinek di nav rêz û rûpelên Şerefnameyê de destbi gerê bikin, hûr hûr li ser bisekinin û lêbikolin, piraniya bûyerêntê de, ku dilkul û li berçav in, ya herî zêde bala mirov dikêşe, mêrxasiya nedîtî ya gelê Kurd e. Ji serî heta biniya Şerefnameyê Kurdekî tirsonek nakeve berçav, hemî kesên mêrxas, gernas û bêemsalin... Hejar Şerefname yekem, û hêj jî, berfirehtirîn dîroka Kurdan e ku ji aliyê Kurdan bi xwe ve hatiye nivîsîn. Wê, ku yek ji girîngtirîn berhemên sîstema feodal a Kurdan e, meşrûyî da sîstema mîrekiyan. Ev kitêb, dokûmentasyona dîroka dirêj a têkoşîna Kurdan a ji bo dewletbûnê ye. Wekî dîrokeke çînên hukumdar ên Kurdan, ku ji aliyê nûnerekî wan ê navdar ve hatiye nivîsîn. Çîroka jiyana Şerefnameyê hêj nehatiye vegotin. Dîroka vê dîrokê, hem modêla hukumdariya kapîtalîst û hem jî modêla feodal ronî dike. Di serdemên pêş-modern de, Şerefnameyê, di nav rêveberên mîrekiyan de hîsa aîtbûna Kurdistanê pêş xist. Wesa xuya ye ku gelek rêveberan ev kitêb ne tenê bi qewlê xwendineke sade xwendiye. Wan, Şerefname kiriye dîrokeke zindî û berdewama desthilatiya dewletê. Emîr Hesenpûr


şerefname - Tirşik

şerefname


1. pirtûka dîrokî ya Şerefxanê Bedlîsî ye. Wekî "dîroka Kurdistanê" jî tê naskirin. Şerefxan berhema xwe bi zimanê farisî nivîsandiye, lê roja îro wergera kurdî jî heye



2. pirtûka şerexxanê bedlîsî ye. pirtûka ku qala dîroka kurdî dike û wekî oirtûka dîroka kurdan a yekemîn e. dema min dest bi xwendina pirtûkê kir coşek û hêviyên mezin di dilê min de vejiya lê mixabin dema ku min pirtûk xwen ez ji pirtûkê jî û kurdên ku tê qalkirin jî sar bûm. yê ku 366 jin anî û ji xwe re kirî kole, yê çûyî xulamtî ji selçûkiyan re kirî wekî din tu çi bixwazî



3. Ew nusxeya pêşîn a ku şeref Xanî bi destê xwe nivîsiye îro li Îngîlistanê li pirtûkxaneya Bodleian a Oxfordê di bin hejmara 312yê de tescîlkirî ye.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 100
pûanê bide pirtûkê: