Tirşik-Pirtûk

alfabeya kurdî

 CEMŞÎD ÇÎFTÇÎ

 

 lîs


 2012


 kurmancî

 

 117

 zarok ziman

 2014.12.09 23:34

 simurg56

 Alfabeya Kurdî a Cemşîd Çîftçî Pirtûk bi sîstema dengan xwendînê hîn dike. Alfabe bi dengên ku bilêvkirina wan hêsan e dest pê dike, paşê bi dengên din didome. Di dana her dengekî de çend wêneyên ku navê wan vî dengî dihundirîne an bi vî dengî dest pê dike dide û dixwaze xwendekar an zarok navê wêneyan li binê wan binivîse û bixwîne. Di nava dana dengan de dana kîteyan jî heye. Kîteyên ku bi dengekî dest pê dike an jî bi dengekî diqede hatine dayîn. Paşê kîte hatine ba hev û ji kîteyan peyv-peyvên biwate an bêwate- hatine sazkirin. Di pirtûkê de ji hînbûna xwendinê gelek tîştên din jî hene Ev pirtûk ji aliyê mezinan ve bi serê xwe û ji aliyê biçûkan ve jî di bin çavdêriya mezina kare bê bikaranîn. Ji ber ku sîstem li ser dengan ava bûye, divê deng, kîte û peyv bideng bên xwendin û ducarkirin. Zarok an mezinên ku kêm-zêde tîpan nas dikin, karin b vê pirtûkê di demeke kurt de hînî bilêvkirina dengên Kurdî û xwendina Kurdî bibin. Cemşîd Çîftçî, sala 1969 li Licê çê bûye. Nivîskar niha li Amedê dijî û ev pirtûka li ber destê we pirtûka wî ya yekemîn e.


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: