60
2014.12.10 21:06
Helbesta Kurdî, digel hewldanên pexşana Kurdî, hê jî pêşenga Wêjeya Kurdî xuya dike. Çi ji hêla berhemdariyê ve, çi jî ji hêla tibab ve, helbestkarên Kurd û dîwanên wan ên ku bi Kurdî têne nivîsandin, di gorepana çanda nivîskî ya Kurdî de sêrî dikişînin. Ev yek, ta asteke şayanî behsê, encama bîst salên dawî û nifşê wê yê Rewşenê ye. Helbestkarê Kurd ê xort Ehmed Ronîar piştî dîwana xwe ya pêşîn a bi navê baran ji acizî dibariya (Belkî, 2006) bi dîwana xwe ya duyemîn a bi navê pevşabûnên şîn xelekeke din li zincîreya berhemên vî nifşê navbûrî zêde dike û dibêje di hemû stasyonan de ez amade me herim liberketinên min rêwî hişê min rawestgeheke ku kes lê ranaweste û li ser dûmahîka serbûriya bajarekî birîndar ê mîna Amedê wiha pê de diçe: bê navber mirovên ku kêm dibin hene! nava wan bi kolanên ji min ne biyan û vala tijî bûne… tu zanî? vê navberê hemû masiyên ku min ew ji aqwaryûman nas kiribûn aniha li deryayan dipirsin.