64
2014.12.10 21:11
Xwezî an Sibeyên Wenda, hest û dilînên evîndarekî ku ne dikare dev ji yara xwe berde û ne jî yara wî beriseveke erênî an neyînî dideyê ye. Ev ristên ji dilekî pak û dilovan herikî di heman demê de yên hemû mirovan e. Nemaze yên di berzaha evînê de asê mayî an xwe wiha hîs dikin. Siyamend Serbilind di sala 1988’an de li Ortewêrana Çinara Amedê ji dayik bûye û berî niha romeneke wî ya bi navê Bêyom dîsa ji Weşanên Lîsê derketiye.