Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

gotina deryayê

 MUSTAFA KÖZ

 berken bereh

 lîs


 2012


 kurmancî

 tirkî

 143

 helbest

 2014.12.10 21:17

 simurg56

 Denizin Söylediği / Gotina Deryayê Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ji yanzdeh pirtûkên Mustafa Köz ên helbestê, tevî awayê wan ê resen, bi Tirkiya wan û bi wergera wan a bi Kurdî, li jêr navnavên Ay Düşü / Xeyalkirina Heyvê, Su Resimleri / Wêneyên Avê, Yengeç Sepeti / Selika Kevjalan, Salıdan Önceki Pazartesi / Duşema Beriya Sêşemê, Sonsuzluk Taşta / Abadînî Di Kêvir De ye, Ateş Bağı / Rezê Êgir, Açık Yara / Birîna Nekemidî, Yazıtlar / Berdenivîsekan û Öncü Yağmur / Barana Serkêş, 47 helbestên bijartî li xwe digire. Mustafa Köz (j. 1959, Niğde), di helbesta bi Tirkî de deng û rengekî xwe yê resen heye û heta niha yanzdeh pirtûkên wî yên helbestê bi Tirkî derçûne, ku her yekê jê di nava kelepora helbesta bi Tirkî de asteke xwe ya diyar heye. Köz, di helbestên xwe de, bi bergeha xwe ya fireh û bi xewnên xwe yên gulgulî û bi zimanê xwe yê şayîk, her wiha bi babet, ziman û vegotina xwe ya pirrtewek, di helbesta bi Tirkî de, wek yek ji wan kesan tê naskirin, ên ku dikarin pêşengiya qonaxekê bikin. Di helbestên wî de, dîrok û lehengên dîrokî û xweza ciyekî taybet digirin. Ew bi destê helbestê peywendiyeke durist datîne di navbera mirov û xwezayê de. Bi vê helwest û şêwaza xwe ve jî, bi giyanê xwendevanên xwe re çêj û ekleke bedew peyda dike û bi têra xwe dibe sedem ku di hişê wan de rê biçin ser pirsan. Helbestên ku di Denizin Söylediği / Gotina Deryayê yeyê de hatine berhevkirin û bo Kurdî hatine wergerandin, ji hêla desteya edîtoriyê ya Lîsê û helbestkar Berken Bereh ve hatine hilbijartin. Berken Berehê ku di helbesta bi Kurdî de bergeheke xwe ya fireh û zimanekî xwe yê resen heye, pirtûk bi heman awayî wergerandiye û kiriye malê Kurdî. Weşanxaneya Lîs sebaret bi derçûna Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ya Mustafa Köz dubare dibêje ku werger ji bo geşedana zimanê me yê zikmakî gelekî girîng e û wergerên bi vî çendî serfiraz jî ji gelek tiştên din zêdetir geş bi Kurdî dixin: Çi Ku Evîn Heye Xwe dirêjî berpala min dikî bê pêjn û sewt mîna robarên dirêj heylo dipdirêj. Mîna robarên dirêj heylo dipdirêj her ku dipelînin gumikên çîlqerqaş sibehan em bi xwe, êvaran dîn. Sibehan em bi xwe, êvaran dîn wek caniyan dişehin çem û kanî li deşta wê yek çiqlan dikişîne ji eniya me. Yek çiqlan dikişîne ji eniya me ku med û cizîreke kevn e dilê me maye li ciyê vekişiyayî şopa qamirgehê. Maye li ciyê vekişiyayî şopa qamirgehê di dilê me de şayîşa zarokekî windabûyî çaxa radan û xêzava avan, wiha baş e. Çaxa radan û xêzava avan, wiha baş e destê êvarê, tenêtiya heyveke penahende em ji muxur û bêjingan fam dikin payîz kuta bû. Em ji muxur û bêjingan fam dikin payîz kuta bû li wê deşta boz a ku em bi terperep dibeziyan tê de li gel avên ku radidan, an jî nizm dibûn belkî Li gel avên ku radidan, an jî nizm dibûn belkî, wek kewgiriya zilikeke hilhilî ne rojên me lê mîna robarên dirêj heylo dipdirêj in niha. Denizin Söylediği / Gotina Deryayê ye ya Mustafa Köz bi 47 helbestên bi gerdûna xwe fireh, êdî bi Kurdî ne.


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: