Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

defter

 ELÎXAN LORAN

 

 lîs


 2012


 kurmancî

 

 64

 helbest

 2014.12.10 21:20

 simurg56

 defter, yekem pirtûka helbestan a helbestkar û edîtor Elîxan Loran, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin! Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e û heta niha devîdevî 200 pirtûkên bi Kurdî weşandine, bi yekem pirtûka helbestan a Elîxan Loran a bi navê Defter ve hêz da weşandina berhemên bernameya xwe ya têrtijî ya bihara sala 2012’an. Helbestkar û edîtor Elîxan Loran (j. 1984, Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn), ê ku heta niha helbestên xwe bi tenê carinan di kovarine bi Kurdî yên wêjeyê de belav dikir û bêtir jî bo demekê li Amedê wekî edîtorê Kovara W’yê xebitî, bi pirtûka xwe ya helbestan a pêşîn, Defterê ve, bi helbestên xwe yên çaverêkirî ve, gihişte xwendevanên helbesta Kurdî. Deftera Elîxan Loran, a ku bi navên Def û ter li ser du beşan dabeş dibe û her wekî Îşev Peyv e, Peyveron e, Evdozinar, Jihevketinên Baro, Hey teacher! Leave writing alone! û Defter, 28 helbestan bi xwe ve digire, bi hemû şêwe û şêwaza xwe ve, dûmahîka Nifşê Rewşenê yê salên 90’î ye, yê ku di van bîst salên dawî de, li Bakur, çi werger çi jî telîf, rê li ber wêjeya Kurdî ya nûjen xweş kir û bû kulîna gelek nivîskarên Kurd ên ku îro hê jî bi afirandina berhemên xwe berdewam in û gelekên wan êdî ji niha ve ji xwe re di nava dîroka Kurdan û Kurdistanê de cî peyda kirine. Deftera Elîxan Loran, hem bi Kurdiya xwe ya xwedî hêz û şiyan ve, ku dide per û baskên xwe û li esmanê zimên bilind difire, lê çu carî nizm nakeve, hem jî bi şêwaza xwe ya poetîk ve, ku bi her awayî bê dudilî û kurt û xwerû bi Kurmancî ranêzîkî mijarên xwe dibe, çavkaniyên xwe yên herêmî û gerdûnî yên ku “helbesta helbest” jê dizê baş nas dike. Her wiha wekî helbestkarekî xort û nûhatî, Elîxan Loran reh û serekaniyên zimanê Kurdî pirr baş nas dike û hemû derfetên zimên ên helbestî di helbestên xwe de li ser asteke pirr bilind bi kar tîne. Gava ku mirov bala xwe dide Elîxan Loranê ku di serê helbesteke xwe de dibêje, “Werîsê min warîsê min e…”, bi dest xwe re ji mirov ve xuya dibe ku Elîxan Loran “sêhrbazekî Kurmancî yê xort” e. Li gel vê yekê, Elîxan Loran di gelek helbestên xwe de silavê dide helbestkarine Kurd û cîhanê û bi vê yeka xwe ve jî, bi sercema Deftera xwe ve dibe xelekeke wêjeyî û li zincîreya dîwanên bi Kurdî zêde dibe. Deftera Elîxan Loran serê giliyên xwe yên bi hûrgilî wiha vedike û pê de diçe: Xerabo Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên - Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim – Ligel ku cînavk jî hene Dişêm biêşim ku li şûna navan mexel nayên Kela sewtê bi te nakeve, Xerabo! Strana te daxwaza pireke hilweşandî ye Mayîna aviya kulîlkê bû, tu helikiyî pê re Tu yê mezin bibî bi siya xwe ya kitim re Hilî! –dormo dormo û bi fermanî- Ji ber berga temenê xwe Ba dê bihata hê Beriya ewrên avî Li pêşberî galegalên Li av û royê çûyî Dil Qabîlê dil e! Defter. “Vira dengê Elîxan e!” Ji Weşanxaneya Lîsê. Yekem pirtûka Elîxan Loran a helbestan, ku dê ji vir û wiha gelek kes behsê jê bikin.


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: