235
2016.03.15 22:04
Ji pêşgotina pirtûkê; “Kurd derfetên afirandina dewleteke neteweyî a bi şêweya sedsala 20′an ji dest dan. Ji ber vê yekê jî gellek windahiyên dîrokî çêbûn. Qe nebe em îro stratejiyên xwe li gor konsept û rastiyên sedsala 21′an diyar bikin û perspektîfa xwe li gor pêwîstiyan venûbikin. Em dikarin berî yekbûneke fîzîkî, di asta delfetên ku serdema zanyarî û teknolojiyên ragihandinê pêşkeşî me dike yekbûna xwe pêk bînin. Bi riya delfetên pergala nû a navneteweyî û teknolojiyê em têkoşîna xwe ya neteweyî dikarin xurttir bikin û dikarin heta radeyeke girîng di warên ziman, wêje, huner, hilberîna zanyariyê û gelek qadên din de yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û civaka Kurd a perçe bûyî nêzîkî hev bikin. Her wiha dîsa bi wan delfetan em dikarin zimanê Kurdî bihêz û standartîze bikin û bi Kurdistaneke pêşketî a ser hîmên neteweyî cihê xwe di civaka zanyariyê de bigrin û bi vî avahî jî dîroka xwe bi destê xwe binivsînin û wek netewek pêşketî û mayînde hebûna xwe biparêzin. Êdî medyaya nû û bi giştî înternet polî