432
2017.06.12 19:31
Berken Berehê ku di çaryeka dawî ya sedsala çûyî de bûye yek ji wan kesên ku pirên helbestî di navbera rabirdûya me ya nêzik a wêjeyî û nifşê Rewşenê yê salên 90 î de ava kirine. Berken Bereh helbestkarekî kurd e, yê ku di riya peydakirina kilamên nû yên civaka xwe de, ji aliyê lêgerîn, vekolîn, kefteleft û jixwexwînberdanê de tu timatî nekiriye. Berken Bereh helbestkarekî kurd e, yê ku henûniya xwe ya takekesî ya comerd wekî awêneya heyata xwe daye ber xwe û di wir re lixwe dinihêre û di nava civaka helbestkarên kurd de ew kes e ku bi her awayî hêjayî rêzlêgirtinê ye. Berken Bereh, bi aramî, bi teqleke mişt bi bizava zimanê kurdî, doza peydakirina bedewiya zimanê kurdî, bilaşûgewdekirina wê û parastina wê dike. Berken Bereh helbestkarekî kurd e, yê ku ji ber gelek helbestên xwe, timî silavê dide nifşê piştî xwe û hema ji ber haikuyên delal, li ser riya helbestê tu tirs û şayişa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de û bi her awayî helbestkarekî bervekirî ye di civata kesên bergirtî de. Ev e magnum opusa helbestkar Berken Bereh. Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re. Di xweşiya wî de, rêzgirtinek li barûya wî ya helbestî. Ji lîsê bo hemû xwendevanan.
1. Dîwana Berken Bereh ku hemû helbestên wî dihewîne û Gulana 2011'an keys li çapê aniye. Ji 432 rûpelan pêk dihête û ji nav weşanên Lîsê derçûye.Edîtoriya wê Kawa Nemir kiriye û ji pirtûkê re di destpêkê wê de nihêrînên xwe wek pêşgotinekê nivîsîne ku dibêje:"Ev e 'magnum opus'a helbestkar Berken Bereh. Dilê Min palgel e ji işqê re. Di xweşiya wî de rêzgirtinek li barûya wî ya helbestî. Bo nimûne ji çend helbestan paxin rist: 1) da piç û pariyên xeyalên di destê te de yeko yeko tevî tariya şevê bibin ez ê xwe bavêjim hembêza bayên hênik 2)were xwe bihetikîne bi şehwet hez bike ji min û xwe ji karwanên bi razên veşartî dagirtî ji xewlezaneyên ji mitirban ji mirovên gotin-xeter bila dakevin navendên bajaran 3)Bilûrên Bengiyê(ev helbest ji bo rênas jiyan û hevalên wî nivîsiye ku sala 2002'yan hêzên dagirker ew dîl girtibûn) I. li zinar û kendalan werîsên hingivçinan qetiya Berriya Mêrdînê bêriya çîrokên Zînê kiriye gelo? çav berdaye pîvokên bêrîvanan II. zû barî teyroka çavnebarên pêxwas yarîgehên evîniyê di nava xwînê de hiştin esmên ber avêt ji kerba masiyan goştê xwe xwarin lalên piştxûz mitirbên koçber dilşa nekirin awirên qewalên bengiyê fortên mêrxasiyê reşandin li zeviyên beyar a niha şeydayên evîneke birîndar û lal malzaroka pêşeroja min diparêzên newal û geliyan didin ber pênûsên xwe. |
|