74
2017.09.20 19:44
bilindê zaxoyî û nivîskarek kurd yê bakurî, li welatekî ewropa bi awayekê li dêrekê hev dibînin û dinasin. ji bo nivîskar, serpêhatiyên bilind, ji dêrê bixwe balkêştir e. lê gelo rast e?
1. navê yek novela ango romana kurt a hesenê metê ku bi serkeftî û şarezayî hatiye nivîsandin e.. |
|
2. pirtûka ku çi tesadûfek ecêb e ku ez ji vêga dixwînim. dema mın xelas kir ez ê fikra xwe bêjim lê wek pirtûkek xweş xuya dike. |
|
3. heftemîn pirtûka hesenê metê ye. lê ne weke jor hatiye gotin, e; pirtûk tenê behsa çîroka bilindê zaxoyî dike. çîrok hemû ya wî ye. nivîskar tenê lê guhdar e. min ji pirtûkê zêde hez nekir. ya ewil, çîroka bilind, têra xwe klasîk bû û ji xeynî hinek hevok û teswîran, çîrokê qet bala min nekişandin. ji aliyê din ve weke her karê kurdan ev çîrok jî tije ajîtasyon û bedbînî bû. dilê me reş bû ji van çîrokan. tu ji kîjan penaberê sûrî bipirsî, jixwe wê ji we re çîrokek ajîtatîftir û bedbîntir bêje. ji bo afirandina senaryoyek wisa, qet fikirîn ne hewce ye yanî. tiştek din ku di pirtûkê de min îrîte dikir jî ev bû: temam me fêhm kir, nivîskarê rastîn (hesenê metê) ne kesek oldar e, ji xwedê bawer nake û ji dînan hez nake û dixwaze van rexneyên xwe li lehengên romana xwe bide gotin; lê ev rexne û şîroveyên di derbarê dîn û baweriyan de, gelek lawaz bûn û hema bêje di her rûpelekê de hebûn. min ji 6 pirtûkên din yên hesenê metê yên berî vê pirtûkê, 5an xwendibûn, heçko ew xweştir bûn û ev teqlîdeke wan bû. welhasil min ji pirtûkê zêde hez nekir û 70 pûan danê. |
|
4. wek li jor jî hatiye gotin, novel li ser çîroka bilindê zaxoyî ava bûye ango bi tenê behsa çîroka zaxoyî tê kirin ku dotmam û samanthayê karakterên dî ne, nivîskar bi tenê li zaxoyî guhdar e novel şêweyeke cuda ye, ne bi qasî çîrokan kurt e ne jî bi qasî romanan dirêj e, di navbera her duyan de asê maye. ya rastî min zimanê hesenê metê eciband lê min çîroka hanê neeciband, têde her gav demagojî hebû, perîşaniyeke qlîşe hebû ku hama bêje di sedî de 90 mijar û hunandina pirtûkên kurdî bi vî rengî ne. divê behsa zimên bikim ku hesenê metê xwedî kurmanciyeke fesih, herikbar û lihevhatî ye. yanî çîrokên hesenê metê ne xweş bin jî kurmanciya wî ya xweşik rê dide ku meriv xwendina xwe bibe serî ez pêşniyaz dikim, jixwe meriv dikare di saetek û nîv de bêyî ku jê eciz bibe xelas bike, |
|