107
2017.10.03 09:39
xebateka foklorîk e, ji hêla asmîn uyanikê ve hatiye berhevkirin û ji weşanên wardozê îsal di nab seta folklorê de çap bû. tê de ji herêmên amedê û mêrdînê nifir û dua hatine berhev kirin.
1. xebata foklorîk a asmîn uyanikê ye. îsal ji nav weşanên wardozê der çû. ji herêmên amedê û mêrdînê nifir û dua hatine berhev kirin. *jêrnîşe: berhevkar ji lobiya jinên tirşikê ye. ;) |
|
2. omer faruq baran li ser vê pirtûkê nivîsek xweş nivîsye: nifirên moderîn dixwazim - Here lînkê |
|
4. pirtûkeke xweş û cûda ye. tê de gelek nifir hene. ya ecêb ew e ku nifir hatine kategorîzekirin jî; - nifirên li ser qeza, bela û nexweşiyê mînak: birûska meha gulanê li te keve, ziman di devê te de biwerime - nifirên li ser miraz û bextî mînak: hine li kefa destê ne nekeve, xwedê te ji bavê te re neke zilam - nifirên li ser risq û nisîbî mînak: çavê te tim li derîya be, nanê te li ser pişta kîvroşkê be - nifirên li ser mal û malbat û zurîyetê mînak: koka te bibe koka gulika biharê, malik mîrat bûyo û mîratxur nemayo. - nifirên li ser êş û azar û şîn û mirinê mînak: goştê te bihele tu bibî komek hestî, weyla kezeva te li dar û devîya bigere - nifirên li ser kêmxistin û bêrûmetkirinê mînak: bi kuştinek bêşûştin herî, tu qurbana heft kera bî lê ev kategorîzayon sedî sed ne rast e. jixwe ne pêkan e mirov hemû nifiran bikare têxe yek ji van kategorîyan lê belê ez dibêm hinek jê hene ku mirov dikariya şûna yek ji van kategorîyanî têxe yekî din. neyse, berhevkarîyek baş e. min hê beşa duayan nexwendiye. |
|