256
2020.05.31 01:25
romana bendar, ji 15 beşan pêk tê. roman li ser tevneke fantastîk hatiye avakirin. roman bi beşa mala bêban dest pê dike, bi kehaneta sêmenda didome û bi beşa kesk û sor û zer bi dawî dibe. di romanê de gelek raz û sembolên kurdewar bi cî bûne. di vê romanê de pirtûk bi lehengên xwe re dipeyivin. di beşa korê nekor de ji devê leheng gotinên felsefîk tên vegotin. “...herkes paş de mabû. zilamê ku bi tena serê xwe mabû, bi lez û bez ket hundirê mala bêban. bêhna wî çikyayî û dilê wî mîna ku li sîngê wî bixe hildiavêt. di nava gelek tiştên ecêb de derbas bûbû, bi rewşeke westiyayî tenê daxwazeke wî hebû ku ew jî derketina derve bû. pêşî li dora xwe nihêrî û bi baldarî meşiya. piştî qasekê odeyeke piçûk î balkêş derketibû hember wî…”
1. çawa liqayî vê kitêbê hatim min go eureka! lê mixabin bejin zû li min kurt bû. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê kurt dibe) terza kitêbê edebiyata zarokan û fantazya ye. min hêvî hebû tevn û honakek ji yên mîran janbar xweştir bixwînim lê nebû. ya balkêş jî nivîskar hin mefhûmên harry potter, hobbit, the kingkiller chronicle, avatar: the last airbender û bi taybetî jî the neverending storyê bi navên kurdî copy paste kiriye. û hinek jî efsaneya kawayê hesinkar reşandiye. werhasil ji bo eleqedaran teşebuseke rind e lê di asta cîhanê de mixabin xêr tê de tuneye. |
|