280
2020.10.22 10:43
Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya li ser çapa kurmancî a “Helale” de wiha dibêje: “‘Grewî Bextî Helale’ guherînên civaka kurd di çend deh-salên derbasbûyî de vedibêje. Di vê romanê de evîn, siyaset û nasname tev li nav serpêhatiyên mirovên kurd di çend nifş û cihan de tên kirin. Hevrikiya kevneşopî û nûxwaziyê di temamiya romanê de cih digire. Nivîskar vê rastiyê di pêkhateya vegotineke bedew de ji xwendevanên dilbijokên romana kurdî re dike diyarî. Bandora xebata çiyê li ser tevger û hişmendiya mirovê kurd beşekî sereke yê vegêranê pêk tîne. Mijara xerîbî û diyasporayê jî babeteke sereke ya jiyan û serpêhatiyên karakterên vê romanê ye. Metafora xencera ku xwe ji Kurdistanê digihîne taxa Flemingsberga Stockholmê, bandora cih û kultûrê li ser reftar û kesayetiya mirovan bi awayekî qeşeng nîşan dide. Serpêhatiya Helaleyê hewldana civaka kurd a berdestkirina jiyaneke azad û nasnameyeke mirovî ya têvel û pirreng şênber dike.” Ji Soranî: Besam Mistefa
1. Romana eta nehayî ya besam mistefa wergerandiye bo kurmancî û ji aliyê weşanên avesta jî hatiye weşandin. Ser xêrê be. Min dil heye bikirim û bixwînim lê di rêzê de gelek pirtûk hene. Lê bi qewla Barney stinsonî "new is always better". *) |
|
3. tevî ku xwendina hesan, çend kemasiyên berbiçav dihewîne. di bi kar anîna navan de pir caran rêgeza ergatîvê binpê kirine. wekî “ helale got: îşalle” Dema borî ye diviyabû wekî “helaleyê got, an jî helalê got” bibûya. Wekî: “dîlan pirtûk xwend” çewt e, “dîlanê pirtûk xwend “ rast e. Famkirina mijara pirtûkê eşkere ye ku tu di nava pirtûkê de çend rûpelan nexwend jî tiştek nabe, meriv pirtûkê têdigihe. cîh û zemanên neeşkere ( li welêt) dubare kirina navên lehengên ên taybet hêza bandora pirtûkê hinek lawaz kiriye. Nivîskar “helaleyê (navên din şêrzad, heme reşîd axa) evqas pir bi kar aniye ku nivî pirtûkê de meriv hinek aciz dibe dikerixe, ji xwe ra difikire bê nivîskar bikaranîna cînavkan nizane? Ji bilî bûyerên ku li swedê vegotî, meriv ji xwe ra dibêjî bê welatek fantastîk heye ku nivîskar di derheqa şayesandinên mekan û cîvakan de pir tişt negotiye. Nivîskar aliyê şayesandina cih û mekanê de xeşîm e. Xwendekar civaka kurdên îranê dizane, ne xem e. ku yekî mîna meksikayî vê pirtûkê bixwîne rewş û helwestên lehengên romanê biguman im ku têbigihe. Helale got:” bavo, brahîmok dixwaze min bixwaze, bi niyet e bê û xwazginiya min te bike” bi şerm got, bavê wê hêrs bû. “Kî dixwaze te bixwaze? Ev bêjiyê beredayî ku ez nizanim kî ye û xelkê kû ye û kurê kê ye?” Helale ji wê hêrsbûna wî veciniqî, tirsiya, got: “bavo, brahîmok..” Bavê wê got: “baweriya min qet bi wî bêjî nebû û nîne, vêga li vir e û xwêde dizane sibe li kû ye” … rûpel 143 Axaftinên bi şeklî din ava civakên kurdên îranê de di rastiyê de ne pêkan e. Dibe ku mînak hebin jî di rastiyê de marjînal dimînin. keçik nikarin bi bavan re bi wî teherî biaxfin, evîn, evîndarên xwe bi bavî re bigengeşîn, ne pêkan e. Hebe jî divê bav xwende û derî civaka kurdan û ne li gundî bibe. Mînakên jorîn nebûya pirtûk hin xwendinxweş dibû. |
|
4.
vîdyoyê veke
|
|