Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

mem û zîn

 ehmedê xanî

 jan dost

 avesta


 0


 kurmancî

 

 232

 roman

 2014.12.07 17:45

 simurg56

 wergera li kurdîya îro: jan dost Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piştî tevgera kulturî, êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qut bûn. Pêşketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qutbûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasîk de ku nîşana ciwaniya wan berheman û şarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn, bûne kelem li ber fêmkirin û têgihiştina wan berheman. Mem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya şîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsanî li ser zimanan bigere û bîr û bawerî û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro û Ehmedê Xanî û berhema wî de.


mem û zîn - Tirşik

mem û zîn


1. mem û zîn, pirtuka nemir, ya nivîskar, bijîşk, dîrokzan û fîlosofê kurd exmedê xanî ye. Pirtûk li ser evîna kesên navên xwe "mem û zîn" e. Ji berî ku behs bê kirin, divê her kurdek vê pirtûka exmedê xanî bixwîne u bide xwendin. ji ber kû evîna mem û zîne, evîna kurdistanê ye!



2. Ew pirtûka ku di nav civaka kurd de gelek dereng deng daye ye û divê li ser de gelek lêkolînên kûr û dûr werin kirin. Ji destpêka sedsala bîstan û heta îro pir caran li Stenbol, Heleb, Hewlêr, Bexdad, Parîs û hwd hatiye çapkirin. Bi gelek zimanan jî hatiye wergerandin. Ji bo me pirtûkeke pîroz e.



3. li gorî ku kawa nemir îro li ser hesabê xwe yê facebookê ragihandiye di nav çar mehan de wê evê berhema ehmedê xanî bike senaryo û li ber bejn û bala sehneya şanoya şaredariya amedê bisefilîne û bi alîkarî û amadekariya ekter û ektrîstên wek Vural Tantekin, Leyla Batgi, Elvan Kocer, Berrin Çelik, Kemal Ulusoy, Yavuz Akkuzu, Berfin Emektar, Ali Tekbaş, Mehmet Emin Yalçınkaya wê evê lîstika şanoyê berpêşî xelkê bikin.. (bnr: ya bi xêr)..



4. navê albûma nû ya koma hivron e.. kerem bikin guh bidêrin parçeyek ji vê albûma nestêle;



8. ehmedê xanî ji Destana memê alan îlham standîya û mem û zîn nivîsandîya.her çiqas mijara we êvîndarî xuya dike jî te de zanîsta civakî (sosyolojî),felsefe û şiretê ehmedê xanî ji bo kurdên ku mahkumê bindestîyê ne jî dihewîne. ew şiret pir heja ne lê mixabin kurda guh nedana van şireta û ev jî sedema rewşa kurd û kurdîstanê ya niha ye.



9. ev rêzên wê armanca nivîsandina we diyar dike

şer'ha 'xemê dil bikem fesane
zînê û memê bikim behane

ne'xmê we ji perdeyê derînim
zînê û meê ji nû vejînim



10. berhema BÊHEMPA YE EHMEDÊ XANÎ YE. dEMA MIN CARA PÊŞIYÊ DEST BI XWENDINA VÊ PIRTÛKÊ KIRÎ HER ÇIQASÎ EREBIYA MIN BAŞ JÎ BÛ LÊ MIN ZÊDE JI PIRTÛKÊ FÊM NEDIKIR. jE BER WÊ JÎ MIN ALÎKÎ METNA ESÎL ALIYÊ DÎ JÎ METNA WERGERA KURDIYA ÎRO DIXWEND. cARA PÊŞIYÊ MIN ZÊDE JI METNA WÊ YE 'ESÎL ZÊDE TIŞTEK FÊM NEKIR. jI BER WÊ MıN CAREKA DÎ JÎ XWEND. bI VÎ AWAYÎ MIN EV PIRTÛK JI SERÎ HETA BINÎ PÊNÇ (5) CARAN XWEND Û NAHA ÊDÎ NE HEWCEYE KÛ EZ LI WERGERA WÊ YA KURDIYA ÎRO BINÊRIm. ÊDÎ EZ BI REHETÎ BI METNA WÊ YA ESÎL VE DIÇIM Û DIXWÊNIM.. dEMA MIN DIXWEND Û BAŞTIR FEM DIKIR, ÊDÎ MIN DIXWEST EZ CAREKA DÎ JÎ BIXWÊNIM. EZ BAWERIM JI BO FÊM KIRIN Û TE'M STANDINÊ LAZIM E MIROV ÇEND CARAN VÊ PIRTÛKA BÊHEMPA BIXWÊNÊ..



11. navê çûroka dû evîndaran e ku li amedê, ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li qonaxa Cemîlpaşa weke şanoya cîgehî tê lîstin.

şanoyeke pir xweşik bû lê a herî giring cihê ku tê listîn tam cihê vê şanoyê bû. min piştî li qonaxa Cemîlpaşayê, di hewayê vekirî de lê temaşe kir, min got gelo ev şano li salonê çawa dikare bê listîn.

ji aliyê nivîskar Kawa Nemir ve ji bo şanoyê ji nû ve hate nivîsandin. (ji xwe ew bi xwe jî li wir bû) Derhênerê Hunerê yê DBŞTê Ruknettin Gun serperiştiya wê dike derdikeve ser sehneyê.

aniha ji bo alikariya gelê rojava û kobanê tê listîn û bilêdên wê 20 tl ye. karekî gelek serkeftî dikin. dest û keda wan sax be.

nîşe ; yên ku dixwazin temaşe bikin û him jî alikariya wan çêbe ji gelê me yê pênaber re, hê jî dikarin temaşe bikin.



12. Bawerim ez li ve mijare şîrove nekim e baştirbe * nickname bekoawan



13. yek ji klasîkên kurdî ye, ehmedê xanî di sedsala 16. de nivîsiye. wiha ye: Mem û Zîn Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle'ê husnê 'iŞqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî *dewama wê di spoilerê de ye: [spoiler: Namê te ye lewhê nameya 'iŞq Ismê te ye neqŞê xameya 'iŞq Bê neqŞê te, neqŞê xame xam e Bê namê te, name natemam e Namê te ye sahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê mehmûd Medmûnê muraselatê la-reyb Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î 'AŞiq tu yî, lêk bêniyaz î Mutleq tu mufîd û mustefad î BêŞubhe murîd û hem murad î Nûr î tu di husn-i rûyê dildar Nar î tu di qelbê 'aŞiqê zar Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î Şems î, ji 'eyan tu perdedar î Genc î tu di nêv tilismê 'alem Kenz î tu 'eyan ji ismê adem Ev 'alem û ademî û meshûd Ev mumkin û masiwayê mewcûd Hemiyan bi te ye mudare û debr Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem Mewcûd kirin, xered çi adem Adem bi xwe yek ji herdiwan e Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane Ew herf, heqîqeta muheqqeq Hem emr e bi qudreta te hem xelq Esbah muressem in ji nasût Erwah muwessem in ji lahût Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah Nasûtî egerçi rengsefal e Lahûtî ji pertewa cemal e Herfa ko me gotî, neqŞihûr e Lê meqsed û me'neya wê kûr e Zahir te eger numaye suxra Batin ew e neqŞê xame kubra Mewcûd e di wî Şehadet û xeyb MeŞhûd e di wî Şiyadet û 'eyb Insan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji te hem qerîb e hem dûr Hindî weh ko cinsê 'alemî ne Ew tabi'ê new'ê ademî ne Evrenge felek hemî mu'ezzem Evçende melek hemî mukerrem Ev karegeha 'ezîm û dewwar Ev baregeha bedî' û seyyar Evçende zemîn digel 'enasir Evrenge 'ered digel cewahir Evçendehe ni'met û nefa'is Evrengehe me'kel û melabis Evçendehe mudde'a û metlûb Evrengehe musteha û mehbûb Heywan û me'adin û nebatat Metlûb û meqasid û muradat Bi l-cumle ji bo me ra li kar in Fi l-cumle ji bo me ber di bar in Heqqa ko te xweŞ nizam û rewneq Tertîb kirin ji bo me el-heq Em xafil û 'atil û gunehkar Mayîne di qeydê nefsi emmar Nînin me di qelbî fikr û zikrek Nakin bi zebanî hemd û Şikrek Xanî ko nehin bi qelbî zakir Barî bide wî zebanê Şakir * * * * * Ey Şukrê te cewhera zebanî Wey zikrê te seyqela cenanî Ey wahidê bêŞerîkê yekta Wey wacidê bênezîr û hemta Ey baqiyê bêzewalê da'im Wey hadiyê bêfenayê qa'im Ey xaliqê erd û 'asimanan Wey xaliqê cumle ins û canan Mulk û melek û felek bi carek Bi l-cumle te çêkirin tebarek Şubhaneke kulle ma xeleqte Ehsente fe-keyfe ma feleqte Herçî ko te çêkir ey nikûkar Heryek di hedê xwe da sezawar Ev neh sedefê di pirmirarî Dirrê di sefîd, sefaf û tarî Heft di miŞalê durrê xeltan HerŞeŞ cihet û çihar erkan Hersê weledê di pirmewalîd Xebra û sema digel meqalîd Lewh û qelem û sewabit û 'erŞ Heywan û nebat û me'den û ferŞ Zahir kirin ev qeder sena'i' Peyda kirin ev qeder beda'i' Heryek ji 'edem kirin te peyda Ibda' kirin te bê heyûla Fi l-cumle çi ewwel û çi axir El-qisse çi mu'min û çi kafir Her yek ji te ra we bûne mezher Ewreng di wan tu bûyî mudmer Bê husn-i te nîne wan wucûdek Bê nûr-i te nîne wan numûdek Hikmet ew e batinî û zahir Qudret ew e xa'ibî û hadir Nînin te tecezzu' û temekkun Emma we di wan dikî tewettun Goya hemî cismek in tu can î Goya hemî sehrek in tu xan î Husna te ye zîneta hebîban ReŞka te ye xîreta reqîban Meyla te ye 'aŞiqan dikêŞit Derdê te ye dil ji ber diêŞit Şîrîn te kire Şekir li Perwîz Ferhad ji rengê eskê xwînrîz Leyla te kire bela li Qeysî Ramîn bi te ram bû li Weysî Yûsif te çira numa Zuleyxa Wamiq te kusa gihande 'Ezra Şêxê weko pênce hec bijarî Dîn kir te ji bo keça kufarî Nîlûfer nazperwerî kir Ew jî te li mihrê muŞterî kir Balayê bilind te daye ser wan Pabendê bela te da tezer wan Sorgul te kirin ji xar peyda Bilbil te kirin hezar seyda XweŞrengî te da giyayê sorgul XweŞdengî te da newayê bulbul Ronahî te da serê Şemalan Perwane kirin bi Şewqê talan Mehbûb te çêkirin di dilkeŞ Meczûb te pê kirin musewweŞ Ev 'iŞq û mehebbeta di dil da Ev zulf-i ŞelaŞilê di mil da Aya ne te çêkirin muqabil Heryek te bi hev kirin mu'adil Ayîne te çêkirin mukerrer Husna xwe di wan te kir musewwer Ayîne li pêŞ-i tûtiyan girt Davik te li pêŞ-i kûviyan girt Ayîne ji wan we ye ko av e Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e NeqŞê te dibînin ew di avê Nakin hezerê ji av û davê Lebtesne teleb dikin zelalî Wî dane û dam û zulf û xalî Meqsûd ko bû ji pêŞ ve hadir Dê qesd bikin cemî'ê nazir Tûtî bi xwe ma Şekir dirêjin Herçî dibihên ewî dibêjin Wê meqsedê muxteser dibînin Pabend dibin gelek dimînin Meqsûd û muradê dil tu Şa yî Emma tu tudillu men teŞa'î Herçî te divê bibî delalê Pabend dikî bi zulf û xalê Herçî ko tu bînî ser hîdayet Vê ra Bekirî bikî 'înayet Hadir wî dibî meqamê me'lûm Ger xadim e wî digêrî mexdûm Bê secde te ey cenabê me'bûd Adem kire qiblegah û mescûd 'Îsa kusa gihande ewcan Aya bi çi te hebande ew can Dersa ko bi xef te gote Idrîs Elbet diçû meqamê teqdîs Iblîsê, feqîrê bêcinayet Hindî te hebû digel 'inayet Her roj-i dikir hezar ta'et Lewra ko te da wî istita'et Wî secde nekir li xeyrê me'bûd Gêra te ji ber derê xwe merdûd Yek secde nebir li pêŞê exyar Qehra te kire muxellide n-nar Elqisse ji hikmeta te agah Ferdek me nedî tebareke l-lah 'Irfan-i teleb di Şahibê idrak Derheqqê te gote »ma 'erefnak« Xanî bi nezaniya xwe derheq Gumrah bibit ne dûr e el-heq Illa ko meger mu'în Xwida bit Ya rahiberê wî Mustefa bit Ya reb bi heqqê Mustefa kî Xanî bi xwe ra tu asina kî * * * * * Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke Da cam bi mey cihannuma bit Herçî me irade ye xuya bit Da keŞf bibit li ber me ehwal Kanî dibitin muyesser iqbal Idbara me wê giha kemalê Aya bûye qabilê zewalê Ya her wehe dê li ’stiwa bit Hetta weko dewr munteha bit Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb Bextê me ji bo me ra bibit yar Carek bibitin ji xwabê hiŞyar Rabit ji me jî cihanpenahek Peyda bibitin me padiŞahek Şîrê hinera me bête danîn Qedrê qelema me bête zanîn Derdê me bibînitin ‘ilacê ‘Ilmê me bibînitin rewacê Ger dê hebûya me serfirazek Sahibkeremek suxennewazek Neqdê me dibû bi Şikke meskûk Ned’ma wehe bêrewac û meskûk Herçend ko xalis û temîz in Neqdên bi Şikkeyê ‘ezîz in Ger dê hebûya me padiŞahek La‘iq bidiya Xwidê kulahek Te‘yîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek Hasil bibûya ji bo wî tacek Elbette dibû me jî rewacek Xemxwarî dikir li me yetîman Tînane der ji destê le‘îman Xalib nedibû li ser me ev rûm Nedibûne xirabeyê di dest bûm Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk Emma ji ezel Xwidê wisa kir Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e Ew ‘ar li xelqê namidar e Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye Şa‘ir û feqîran Herçî bire Şîrî destê himmet Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet Lewra ko cihan wekî ‘erûs e Wê hukim di destê Şîrê rûs e Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn Lutf û kerem û ‘eta û bexŞîn Pirsî ji dinê min ev bi hikmet Mehra te çi gote min ko himmet Hasil ko dinê bi Şîr û ihsan Tesxîr dibit ji bo wî insan Ez mame di hikmeta Xwidê da Kirmanc di dewleta dinê da Aya bi çi wechî mane mehrûm Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm Wan girt bi Şîrî sehrê Şuhret Tesxîr kirin biladê himmet Her mîrekê wan bi bezlê Hatem Her mêrekê wan bi remzê Ristem Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan Kirmancî ye bûye Şubhê burcan Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in Kirmanc hemî li çar kinar in Herdu terefan qebîlê kirmanc Bo tîrê qeda kirîne amanc Goya ko li serhedan kilîd in Her ta’ife seddek in Şedîd in Ev qulzimê rûm û behrê tacîk Hindî ko bikin xurûc û tehrîk Kirmanc dibin bi xwîn mulettex Wan jêk ve dikin misalê berzex Cwamêrî û himmet û sexawet Mêrînî û xîret û celadet Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad Wan dane bi Şîr û himmetê dad Hindî ji seca‘etê xeyûr in Ewçend ji minnetê nefûr in Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet Bû mani‘ê hemlê barê minnet Lew pêk ve hemîŞe bêtifaq in Da‘im bi temerrud û siqaq in Ger dê hebûya me ittifaqek Vêk ra bikira me inqiyadek Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet Temyîz dibûn ji hev meqalat Mumtaz dibûn xwidankemalat * * * * * Xanî ji kemalê bêkemalî Meydana kemalê dîte xalî Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî Belkî bi te‘essub û ‘eŞîrî Hasil ji ‘inad eger ji bêdad Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad Safî Şemirand vexwar-i durdî Manendê derê lisanê kurdî Înaye nizam û intizamê Kêsaye cefa ji boyî ‘amê Da xelq nebêjitin ko ekrad Bême‘rifet in, bêesl û bunyad Enwa‘ê milet xwidankitêb in Kirmanc-i tenê di bêhesêb in Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc ‘IŞq-i nekirin ji bo xwe amanc Têk da ne di talib in, ne metlûb Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb Bêbehre ne ew ji ‘iŞqibazî Farix ji heqîqî û mecazî Kirmanc ne pir di bêkemal in Emma di yetîm û bêmecal in Fi l-cumle ne cahil û nezan in Belkî di sefîl û bêxwidan in Ger dê hebûya me jî xwidanek ‘Alîkeremek, letîfedanek ‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan Ev cins biba li ba wî me‘mûl Ev neqd biba li nik wî meqbûl Min dê ‘elema kelamê mewzûn ‘Alî bikira li banê gerdûn Bîna ve rûha Melê Cizîrî Pê hey bikira ‘Elî Herîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran Çi b’kim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qumas-i ra xerîdar Xasma di vê ‘esrê da ko himyan Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar Heryek ji me ra we bûne dildar Ger ‘ilm temam bidî bi polek BifroŞî tu hikmetê bi solek Kes nakite meyterê xwe Camî Ranagiritin kesek Nizamî Weqtê ko me dî zeman e evreng Fi l-cumle li ser diravî bû ceng Hez kir me bibîne kîmiyager Gava ko me dî nebû muyesser Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir Tesfiyyeê cewher dexel kir Qelbê me nekir qebûl-i hîle Qet bo xeredê nebû wesîle Dîn çû û neket bi dest me dînar Pasê ji neçarî bûyîne seffar Sifrê xwe yê xef me eŞkera kir Qirtasiye bû me lê du‘a kir De‘wet geriya bi sidq icabet Bû wasiteê qezayê hacet Ev pol egerçi bêbeha ne Yekrû ne û saf û bêbeha ne Bêhîle û xurde û temam in Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in Kirmancî ye sirf e, bêguman e Zêr nîne bibîn sipîdeman e Sifrê me yê sor e, aŞikar e Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e Neqdê me mebêje kembeha ye Bê Şikkeyê Şahê sehrewa ye Ger dê bibûya bi erb-i menqûs Nedima wehe bêrewac û mexsûs Mehbûb e, bi kes ne namizad e Lew bextsiyah û namurad e Qirtasiyeya me bêpenahan Bê derb-i qebûl-i padiŞahan Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman Meqbûl e li ba gelek hekîman Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak Mîrê ko bi navê Mîrza ye Mehza nezera wî kîmya ye Qelbê di zexel dikit bilorî Polê di dexel dikit filorî Sed bar hebin filûsê ehmer Derhal-i dikit bi yek nezer zer E‘layî dikit bi qehrê edna Ednayî dikit bi lutfê e‘la Pasan digirit wekî esîran Aza dikitin wekî feqîran Herroj hezar bênewayan Herlehze bi lutf sed gedayan Zengîn dikitin bi destê himmet Hikmet ew e nakitin çu minnet Ger dê wî nezer bida me carek Iksîrê teweccuha mubarek Ev qewl hemî dikirne es‘ar Ev pol hemî dibûne dînar Emma nezera wî zêde ‘am e Lew xas-i nezer ji dil neda me Ew rehmet xas e bo ‘ewamî Ya Reb, tu bidî wî her dewamî Ehmedê Xanî, Mem û Zîn]



14. Mem ê alanê
evîna dilê min ê talanê



15. Afirandina Ehmedê Xanî ye. bi zimanek hatiye nivîsandin, meriv dikare wî zimanî erebmancî binav bike. Weke îro çawa tirkmanc hene, di wê demê de jî erebmanc hebûn.





17. Mem û zîn mîtolojîyan kurdaye
Jibo nivîskaran û helbestvana
Çavkaniyê tîre , jane , tîrêje , alfabeye ...afirandine
Li gorî min (beştar dibin yan jî nabin hûn dizanin ) mem û zîn kurdistan û azadîne herdu ji gelek hevdû hez dikin hevdû dixwazin lê belê neyar û xwayîn nahêlin bigêjin hevdû
Bekir ewan (koricî ye welat firose )
Zîn kurdistana evîna wê li piçengê de ye
Mem azadî ye digrin li nav çar diwaran de ...



18. min nizanîbû ku bi rastîn jî mem û zîn jiyane. min digot qey ew tenê şekildana destana memê alan e. lê..

Gotar: ÇEND DOKUMENT JI SERDEMA MÎR EVDALÊ BOTÎ
nivîskar: Yusuf baluken
nûbihar akademî, Jimar 2 Sal 1 2014

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe )



19. firat cewerî di pirtûka xwe ya pêlên derya reş de behsa bîranîneke xwe ya li gel can yücel dike: ''can yücel dîsa henekek ji henekên xwe dikir û digot hinek nivîskarên tirkan mîna ku haya wan ji edebiyata kurdî hebe, ji berdêla ku bibêjin 'mem û zîn' dibêjin 'lîmozîn' (bnr: wêjeya major)



20. (paldayi: şerha xemê dil bikim efsane zînê û memê bikim behane nexmê we ji perdê derînim zînê û memê ji nû vejînim)



21. Nêzîkî salekî ye min di pirtûkeke kurmancî de xwendibû dinivîsand navê pirtûkê ehmedê xanî şaş tê zanîn û çewt tê nivîsandin. Di eslê de navê berhemê şêx ehmedê xanî memozîn e. Memo kurd e zîn jî kurdistan e. Digot ne mem û zîn e. Lê ha mem û zîn ha memozîn. Çî ferqî lê heye min netiwanim hetanî em katî.



22. şahesera ehmedê xanî ye, ku li gor gotinên jan dost li parîsê destxeteka mem û zînê ya bi suryanî û erebî derketiye:



23. Ew pirtûk, mesnewiya ehmedê xanî ya bi kurmanciya îro ye û ji aliyê jan dostî ve hatiye amadekirin. ji kevinbûn û dijwarbûna nivîsa ehmedê xanî ez newêrim mem û zînê ya resen bixwînim. Him peyvên erebî bi min kêm in û him jî kurmanciya min ne ewqas baş e. yên wek min, dikarin mem û zînê wek çîrok an wek roman bistînin û j'xwe re bixwînin. min pêşî romana mem û zînê (ronî war) kirîye û bi kêfxweşî xwendiye. Ango haya min ji meseleya mem û zînê çê bû. bo vê romanê Here lînkê îcar dor hat mem û zînê a bi kurmanciya îro a jan dost. Aniha dixwînim. Gelek gelek kêfa’m jê re hat. Heke min wê jî qedand, vêca dor were berhema resen a ehmedê xanî, helbet bi kurdiya latînî. Xanî bi alfabeya erebî nivîsiye. Bi alfabeya erebî ez îro nikarim, ji hişê’m çûye. Ez pir zû ji medreseyê qut bûm. sererastkirin: agahî



24. Berhema ku herdem li ber destê min e. Ez çi pirtûkê bixwînim ber wê pirtûkê re Mem û Zînê jî dixwînim. Li ba min ya Mehmet Emîn Bozarslan a ku ji weşanxaneya deng derketiye heye. Dema ez pirtûkê bixwînim dîroka despêkê û dawîkirinê di serê pirtûkê de dinivisim. Îro min nêri heya naha min (2009ê min pirtûk kiribû) 7 caran pirtûk xilas kiriye. Naha ez cara 8ê ye dixwînim. Pirtûk nêvî bûye. Ez çi qasî bixwînim dîsa jê têr nabim.



25. Yekem pirtûka ku min dawî kiribû. Bi saya vê pirtûkê min dest xwendina pirtûkan kiribû. Lê min wergera tirkî xwendibû. Muhammed Said Ramazan el-Buti wergerandibû. Dema mamosteyê min ê matematîkê vê pirtûkê destê min de dîtibû , gotibû ev kesê ku wergerandiye di mizgeftê de hatiye kuştin. Dema min vê gotinê bihîst gelek dilê min êşiya bû.





Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 100
pûanê bide pirtûkê: