Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

ehmedê xanî külliyatı 1: nûbehara biçûkan

 ehmedê xanî

 

 avesta


 2008


 kurmancî

 

 284

 ferheng ziman

 2014.12.07 17:49

 simurg56

 Ev berhema ku derbarê perçeyê navê wê yê yekemîn de ka ev nav bi wateya demsalê “Nûbehar” e yan bi wateya fêkiya nû “Nûbar” e fikrên jihevcuda hene û ev nav wekî “Nûbihar”, “Nûbehar” û “Nobar” jî tê nivîsandin û bilêvkirin, di sala 1683an de menzûmkî hatiye amadekirin. Berhem ji destpêkek, 13 beşên bi navên “qit’e” û li gorî nusxeyên jihevcuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê. Destpêk, beşa yekem û beşa dawîn li gor rêzbendiya “mesnewî”yê (aa-bb-cc-…); yazdeh beşên din jî li gorî sîstema “xezel”ê hatine qafiyekirin. Xanî di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz(behr)ên sîstema kêş (wezn)a ‘erûzê 7 pêlawazên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: Recez-hezec-remel-mudari’-besît-serî’-muteqarib. Malikên destpêkê û yên beşa yekemîn bi tevayî kurdî ne. Qismê ferhengê ku bêje û termên ‘erebî û kurdî tê de hatine rêzkirin û pêşberkirin ji qismê duyemîn dest pê dike. Bêje û têrmên ferhengê çawa ku wekî ‘erebî-kurdî hatine rêzkirin, wekî kurdî-‘erebî jî hatine rêzkirin. Ji ber vê berhem herçiqas ‘erebî-kurdî tê hesibandin, ewqas kurdî-‘erebî jî ye. Lê di îfadekirin û bihevxistina bêje û têrman de zimanê vegotinê kurdî ye. Bi vî awayî, ji bilî bêjeyên kurdî yên ku bi yên ‘erebî re hatine pêşberkirin gelek bêje û îlaweyên kurdî yên bi serê xwe jî derketine holê. Hinek ji pêkerên ku vê berhema ku Xanî dibêje min ew “ji bo zarokê kurmancan” çêkiriye digerînin girîng ev in: - Bi giştî yekemîn ferhenga kurdî ye. Bi vî awayî ferhengnivîsiya kurdî bi ferhengek menzûm a hînkerî/dîdaktîk dest pê kiriye. - Ev ferheng ji dema Xanî û pê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêba dersê hatiye xwendin û jiberkirin. Bi vî awayî, mengî û amanca şa’irê me ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehî, bi saya vê ferhengê qismî be jî hatiye cî. - Bêjeyên ku di malikên vê behremê de wekî ‘erebî-kurdî yan jî kurdî-‘erebî hatine pêşberkirin ne bi awayekî rasthatî û bêrêbaz, belkî li gorî têfikirbîna hinek mijarên diyarkirî hatine hilbijartin. Xanî di çarçoveya vê têfikirbûn û hilbijartinê de di tespîtkirina mijaran û girtina wan a dest de rêbazên “ji nêz ber bi dûr ve”; “ji tiştên hêsan ber bi tiştên zor ve”; “ji tiştên ku tên zanîn ber bi tiştên ku nayên zanîn ve” û “ji tevahî ber bi perçeyan ve” bi awayekî serkeftî sepandiye û bergehek pedagojîk pêşan daye. Ji bo Nûbeharê çi gotin? Amanca Xanî ew bû ku vê ferhengê bike nav sîstema perwerdehiyê ya ku di bin hakimiyeta ‘erebî de bû û bi vî awayî statuya zimanê kurdî ya daketî bilind bike. Amir Hassanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil Vê berhema ku ‘alimên Kurdistanê gelek girîngî pê dane, di nav sîstema perwerdehiya medreseyê de ji xwe re cihek girtiye. Jan Dost, ed-Durru’s-Semîn Fî Şerhi Mem û Zîn Vê ferhenga ku Xanî bi amanca pêkanîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji zarokên kurdan re xizmet bike amade kiriye, di eslê xwe de bi danxwendin û jiberkirina wê wekî kitêba dersê di medreseyên Kurdistanê de ev amanca nivîskar aniye cî. Tehsîn Îbrahîm Doskî, el-Medxel Lî Dîraseti’l-Edebi’l-Kurdî Wek ku dixuye, Xaniyê nemir rûmeteka mezin daye zarûkên kurdan û xwestiye bi nivîsîna vê ferhengê di fêrbûna zimanê ‘Erebî da ji wan ra bibe alîkar. Piştî ku xwendina Kurdî li Kurdistanê serbest bû zarûkên kurdan ev ferhenga hêja bi zewqeka mezin dixwendin, hin zarûkên Kurdan jî ew jiber dikirin. M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: