Ferhenga înteraktîf
chaplin of the mountains
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-chaplin of the mountains

1. fîlmeke jano rosebiani e. ku îro haya min jê çêbû. çawa dikarim lê temaşe bikim, nizanim.



nivîskar jî derhêner jî Rosebiani ye. di sala 2013an de hatiye weşandin. dirêjehiya wê 93 deqe ye.

eslê xwe de dîmenên fîlmê di sala 2009an de hatiye kişandin. ji ber ku wê demê herem ji aliyê tirkiye û îranê ve dihat bombebarankirin, derhêner barê xwe gelek sivik kiriye û kariye tenê çend cîhazên xwe bi xwe re bibe. Rosebiani, fîlmê tenê di 2 heftiyan de nivîsandiye û di nava 25 rojan de jî kişandiye.

bi qasê hîn bûm li calîforniyayê dijî.



li gorî agahiyên ku min înternetê berhev kir, dîlm derbarê 5 kesên ku derketine rêwitiyeke giyanî û riya wan, wan anîne çiyayên kurdistanê jî. paşê kurd-fransiyek turîst û kurdek rojnamevan jî tevlî wan dibin.

jinek ciwan [Nazê (estelle bajou)] ku nîv kurd-fransî ye, ji bo ku gundê diya xwe bibîne, diçe kurdistanê. ku gundê wê di enfalê de wêran bûye. li ser riya xwe, rastî 2 xwendekarên amerîkî yên sînemayê tê, ku armanca van xwendekaran ew e ku fîlmên charlie chaplin li gundên dûr û dûr nîşan bidin. xwendekar biryar didin ku alîkariya keçikê bikin. riya wan dikeve çiyayê qendîlê jî ku ji aliyê kurdên heremê, jê re sêgoşeya bermudayê ya kurdan tê gotin.



fîlmê ji îmdbyê, 8.1 puan standiye;

http://www.imdb.com/title/tt2913916/



ji bo zêdetir agahî û hinek dîmenên ji fîlmê;

http://www.evinifilms.com/chaplin_stills.html

http://www.nytimes.com/2014/02/21/movies/chaplin-of-the-mountains-follows-iraqi-roads-less-taken.html?_r=0



fragmana wê;





05.06.2014 18:27 | simurg56

2. fîlmeke beredayî û ji bo ''navê xwe re'' dixweye..



05.06.2014 23:23 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» chaplin of the mountains
» the sun

Kategoriyên mijarê:: sinema sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî