Ferhenga înteraktîf
dilan koshnaw
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-dilan koshnaw

1. keça kurd a stranbêj a ji başurê kurdistanê.. cara pêşîn par bi beşdarbûna pêşbirka mûzîkê ya televizyona Pro 7ê ya bi navê “The Voice Of Germany“ bi berfirehî hatibû nasîn û niha dîsa di formateke nû de li ser tv-ya Pro 7ê de tê dîtin..



metn û naveroka nûçeya derheqê vê xatûna çeleng û levhatî û dengxweş ya rojnameya rûdawê..



''Keça kurd Dîlan Xoşnaw bi straneke dûet ya bi ingilîzî û kurdî bala temaşevanên televizyona Pro 7 kişand ser xwe. Dîlana ku par bi beşdarbûna pêşbirka mûzîkê ya televizyona Pro 7 ya bi navê “The Voice Of Germany“ bi berfirehî hatibû naskirin, niha dîsa di formateke nû de li ser Pro 7 de tê dîtin.





Dîlan vê carê jî bi serpereştiya mûzîkvanê li Almanyayê naskirî Xavier Naidoo tevlî projeya televizyonî ya bi navê “Sing um dein Leben – Ji bo jiyana xwe bistirîne“ dibe. Wê bi şêwaza xwe ya mûzîka hemdem û ya oryentalî bala guhdaran kişand ser xwe. Tişta ku herî zêde bal kişand, strandina straneke bi kurdî û ingilîzî bû. Xavier Naidoo bi balkişandina strana bi kurdî pêşwaziya strana Dîlanê di studyoyê de kir.





Piştî ku par bername "The Voice Of Germany" qediyabû, Xavier Naidoo komek mûzîkê ya bi navê “Sing um dein Leben“ damezirandibû û hemû endamên komê ji pêşbirkvanên bernameya wî pêk dihatin. Di nava endamên komê de Dîlan Xoşnaw a 22 salî ya ji Başûrê Kurdistanê jî hebû. Herwiha Naidoo serpereştiya albûmeke mûzîkê jî ji komê re kiribû. Albûma bi heman navî jî di bazara mûzîkê de deng vedabû û gellekî hatibû firotin.





Dîlan herî dawî di albûma rapvan Alpa Gun de, bi strana “Verbotene Liebe – Evîna qedexe“ dûet pê re kiribû.''



14.07.2013 16:23 | endazer

2. vîdeoyeka performansa zindî ya dîlanê ya ji bernameya ku pê deng daye û hatiye niyasîn..



14.07.2013 16:27 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilan koshnaw

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî