Ferhenga înteraktîf
erzêl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-erzêl

1. berê li gundan li mezelekî ji bo razanê dikeke ji erdê biçekî bilind çêdikirin, jê re dibêjin erzêl.. û her wiha ji bo kepir û kolikên li nav rez û deh û bostanan tên danîn ji bo nobetê jî erzêl tê gotin..



14.06.2014 07:22 | endazer

2. peyva ku em weke herzêl bi kar tînin. lê xuya ye ya rast erzêl e.

bi tirkî: kulübe



li ser banê me yên beton, me ji darên dirêj banek din çêdikir û tenê ji banek û lingan pêk dihat. û me mêw berdida ser vê avahiyê. piştî ku ew mêw li ser banê gişt vedigire, binê vê avahiyê dibe sî û cihê bêhnvedanê û razanê.

me ji vê avahiyê re digot herzêl.



14.06.2014 11:00 | simurg56

3. ''zarokên ku li ser erzêla li hewşê çavên wan hê jî li xewê, mîna ku bixwazin xerîbên hatî nas bikin, serê xwe bi giranî ji ser balgihan hildabûn, lê bi lez danîbûn.'' (arjen arî, kulîlkên be'îvan)



17.06.2014 02:49 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» erzêl

Kategoriyên mijarê:: cand zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî