Ferhenga înteraktîf
şerîat
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-şerîat

1. sîstema ku li gor zagonên ku di qur'anê de hatine nivîsîn, hatiye diyarkirin. li gor vê sîstemê divê her misilman li gor wê bijîn. yanî tiştekî ku di vê sîstemê de qedexe be divê misilmanek wÊ neke û tiştên ku di vê sîstemê de ferz in divê mirov wan bike, ger neke dê bê cezakirin.. ev sîstem aniha li îranê, li erebîstana siûdî û li çend welatên din derbasdar e. mesela li van welatan, jin nikare bi tişortekî pîqut bigerin. ger bÊ dîtîin ewê bê cezakirin. an jî mêrek nikare di wextê nimêjekê de li der ve bigere, dîsa ew bê dîtîn ew dê bê cezakirin.. herwiha didome zagonên vê sîstemê..

hinek dikare derkeve û bibêje li wan welatana şerîat şaş tê tetbîqkirin. belê belkî hinek zagon şaş tên tetbîq kirin lê bi giştî zagonên wan rast in. mesela di qur'anê de dibêje kesê ku dizî dike divê destên wî ji zendên wî bên jêkirin. tenê ev zagon besî hertiştî ye..

...



17.06.2014 18:41 | mergehez

2. sîstema ku, li gor wê, ew jinên ku di şer de hatine bi dest xistin, yanê dîl hatine girtin, bê mehr helal e.

û li gor vê esasê, di wextê peygemberê me(sav) de jî gelek jin li mêrên beşdarî şer bûne hatine belav kirin.

ev yek di ayetên quranê de jî heye.

(bnr: sûreya mûmÎnÛn ayeta 6emîn)



17.06.2014 19:25 | brusk56

3. (bnr: şerîatullah)



17.06.2014 20:05 | karmatî

5. sîstema kesên çavên li paşveçûnêye dixwazin qanûnên hezar û çarsed/pêncsed sal berê bînin e.. Xwedê hiş û aqil bide.. xelk hingî diçe pêşve diçin yên vana çavên paşve diçin.. herwiha sîstema kîngê hebe ewê hukmê wê biqede an ne pêkane ji xeynî Îranê û cîhên wisa pêştir bê birêvebirin û belav bibe, emrê wê kine..



17.07.2016 00:03 | shorbevan

6. (bnr: kîjan)



piştî li ber xwe dana li hemberî derbeya leşkeriyê ya 15 tîrmehê, mizgeftan mîna navenda hikumetê hat bikaranîn û ser ketin jî. lê ya balkêş ev e: di gelek cihan de di nav ajitasyonê de "xwedî derketina demokrasî" jî hat xebitandin. piştî hat dîtin ku derbe têk diçe, akp yê ku peyva "hakimiyet milletindir" xera dikir û dikirin "hakimiyet allahindir", dev ji alternatîf û baweriya xwe kir û carekî din ser li vê peyvê kir. asoxî, em bawer dikin ku akp ne wekhevê îslamê ye, lê belê herkes dizane ku kesên dengên xwe didin wê, ji ber propagandaya dînê didin.



her wiha, misilmanên ne ji wan in, divêt ji xwe re bipirse "şerîat, lê kîjan şerîat?" bersiva, şerîata quran****, bi serê xwe ne bersiv e. ji ber ku mentiqa şerîatê, bi xwe jîyan e û jiyan ne jiyana salên 600-700ê ye. û bi xwe quran, bi serê xwe ne makeqanûn û ne jî pirtûka cezayê ye. ew qala xwedê û têkiliya wê û merivan e, pîrozbûna wê jî ji ber vê ye. lê dewleta li ser ruyê erdê, têkiliya mirovan a di nav xwe de ye û ew dewlet ne nûnera xwedê ye.



**** em nikarin daeş wekî mînak bidin lê belê em dikarin îran rê bidin: li gorî qebilandina xwe li gorî şerîatê tê rêvebirin û ew ji bo her tiştî quranê nîşan didin. ka wanî ye bi rastî jî? na!



17.07.2016 13:32 | biruya hayao miyazaki

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerîatullah

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî