Ferhenga înteraktîf
hew
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hew

1. daçeka ku hinek seyr tê û hê baş fam nekirime. di nav hevokan de bi hesanî têt fam kirin lê çima dikartînin nizanim..xwezî bi awayekî berfireh were rave kirin..wate edî, edî şûnda ye..weke;hew ji te hez nakim..



25.06.2014 20:54 | havka

4. ne daçek e, hoker e.

TİŞTÊ KU DİVÊ MİROV HAY JÊ BE EW E KU Dİ BİKARANÎNA "ÊDÎ" DE LÊKERa hevokê neyînî (negatîf) Be, di bikaranîna "hew" de lêkera hevokê dibe erênî (pozîtîf)



mînak:

êdî naçim malê.

hew diçim malê.



ÊDÎ HEZ NAKİM.

HEW HEZ DİKİM.



HER WİHA Lİ HİNEK DEVERAN Lİ ŞÛNA VÊ, HOKERA "NEMA" TÊ BİKARANİN.



MÎNAK:

HEW DİXWİM = NEMA DİXWİM.



26.06.2014 01:14 | oxir

5. li deverinan di şûnê de nema jî tê bikaranîn..

hew diçim malê; nema diçim malê.

hew hez dikim; nema hez dikim.

hew dixwim; nema dixwim.



26.06.2014 01:21 | endazer

6. yên ku ji cudahiya ' w ' û ' v ' yê nizanin, nikarin baş têbigihîjin bi peyva hev'Ê ve tevlihev dikin bi taybetî jî di dema axaftinê de mariv carinan refleksÊn wan kesan tê ku mariv ji jest û mîmîkên wan fêm dike ku mêjî li wan bûye çeqilmast



26.06.2014 14:20 | ferhenga şikestî

7. (bnr: hew taqeta min maye, ez dimirim)



26.06.2014 14:48 | xendekî

9. tirşikvanek nû ye. bi xêr hatiye.



01.06.2016 20:32 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewn

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî