1. pisîk an jl pişîka payîzê. navê kulîlka nebatên wek qelendor, qîvar e. kulîlkên wan hişk dibe û û ber bayê dikeve û wilê digerin. wek xalekî ye û li dora wê mûyên wê hene. sipî ye. |
|
03.09.2014 11:05 |
xendekî
![]() |
2. pişîk, pişo, pişo mişo, pisîka nîsanê çend navên wê wilê hene. teswîrkirina wê hinkî zehmet e ji ber wê: |
|
03.09.2014 12:11 |
xendekî
![]() |
3. piloka payizê. |
|
04.09.2014 14:01 |
hemdilaarda
![]() |
4. dema mirov yekî ji wana dibîne kêfweş dibe lê carinan jî dikeve nava bajêr û li her derî bela dibe wî çaxî jî ez ji wana aciz dibim (bnr: lê ji wan natirsim) |
|
04.09.2014 14:06 |
renas
![]() |
5. wekê dî bi kurdî gelek navên wê hene (min nekarî kategorîze bikim ji ber ku bi xwe riwek e lê wekê çûkekî difirre û dilûse) gulpişok, giyapişîk,gulebilaw, qalîşk,tahlîşka kewan, Şiro, gulekereg, tuke pişîle, kewik, kepû.. |
|
20.05.2015 00:08 |
endazer
![]() |
6. pîpiyû, dibêjin ên ku di zikê wan de tov/dexl hene mê yên tune be jî nêr in û eware eware digerin ji xwe re ,min bixwe jî pîpiyûkên pênç payizan di qebanozên cuda cuda tê komkirinê û yek bi yek nav jî li wan dane, ka emê çend payîz din bikarin kom bikin xwedê zane |
|
04.02.2016 21:48 ~22:16 |
nejwan
![]() |
7. Riweka zaroktiya me ye. Here lînkê |
|
16.06.2023 18:00 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |