Ferhenga înteraktîf
li benda godot
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-li benda godot

2. bi sêrî de weke afirandeyeke şanoyê hatiye afirandin. dûv re weke pirtûk hatiye veguherîn. şano a li benda godot bi aliyê rexnegiran ve nehatiye ecibandin û rexneyên giran û tûj lê hatine kirin. di heman demê de bi aliyê temaşegeran ve jî nehatiye ecibandin. ji ber wê weke du salan şano nayê peşkeş kirin. dûv 2 salan re di girtîgehekê de hatiye peşkeş kirin û şano bi aliyê girtiyan ve li piya hatiye çepik kirin. dema ku rexnegiran, serkeftina li benda gotot a di girtîgehê de dibihîsin, xebata xwe ya li ser afirandeyê dubare dikin û bi vî avayî li benda godot dibe afirandeyeke nemir.



13.09.2014 14:10 | nazim tolhildan

4. Navê pirtûka-şano ya samuel beckett e ku ji weşanxaneya kabalcı derketiye ye. Di sala 1948an de bi fransî hatiye nivîsandin. 124 rûpel e. Lîstikvanê şanoyê estragon , vladimir, pozzo, lucky û zarok e. Derhaqê van kesan de em tişteke kesinkes nizanin tenê dizanin ku serê wan de şewqeya melon heye. Û estragon û vladimir jî li benda godot in. Lê em dîsa nizanin ku godot keseke an jî tişteke. Pistî demeke lîstikvan wextan tevlîhev dikin û hişa wan serûbino dibe.



Vladimir : gotibû ez ê kesin bêm.

esrtagon :ger neyê?

vladimir :em ê sibê bên.

estragon :paşê jî roja din.



10.07.2016 13:07 ~13:09 | gulêê

5. pîrtûka ku mirov li ser girêdanka jêrin dikare bi kurmancî bixwîne



Here lînkê



11.07.2016 20:23 | havka

6. vladimir: min qet te terk kir?
estragon: te hîşt ku ez biçim.

/

estragon: em tev weke dînan tên dinyayê lê hin ji me dîn dimînin.

/

vladimir: êêê, em herin?
estragon: erê, em herin.
(nalivin)



05.07.2019 00:32 | roza

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» bendava tirşikê ya 100 peyam
» godot

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî