Ferhenga înteraktîf
keça delal
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-keça delal

1. keça delal, helbestek seîd yûsif e û mihemed şexoyî ew kiriye stran ..di reseniya helbestê de kur dibêje, keç jî bersîvê dide..ku ristên keçikê bersiv didayî bi dengê keçikê bûbûya dê zede baştir dibû...dîsa jî yek strana herî serkeftî ye di nav stranên de..







Keça delal



kur

Çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal

Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal

Keçê te baskê min jêkirin bam bê mefer

Ez kor bûme ji dîtna te nakim der



keç

Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim

Ez ne dextor im ku birîndara rakim



kur

Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil şewitî

Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî

Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer

Ez kor bûme ji dîtna te nakim der



keç

Xortê hêja menale ruh li te nema

Te çi li min divê serseran va li ber te me

Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim

Ez ne dextor im ku birîndara rakim

helbest: seîd yûsif



20.09.2014 00:09 | havka

2. strana ku şehrîbana kurdî jî digot û gelekî jî xweş dikir.





20.09.2014 00:15 | azadixwaz

3. nû guhdarî dikim, meqam û melodiya stranê hema bêje eyn wekê ya keça kurdan e..



20.09.2014 00:22 | endazer

4. " Keça delal gelek rind î , çavên te reş in way , bi awiran min dikuje kil jê diweşin way... "



Û her wiha navê strana Xêro Abbas e jî.







07.09.2016 11:05 | biaqila malê

5. (bnr: Çava kil ke)



20.06.2020 14:29 | kajav

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» keça perî
» delal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî