Ferhenga înteraktîf
sadık yalsızuçanlar
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-sadık yalsızuçanlar

1. zilameke ecêb e, zilameke qelender dixweye lê ya rast zilameke qelb e. kurd e, ji meletiyê ye, bila meletî dilê xwe negirin lê hê min nedîtiye kurdek xas ji meletiyê derketî, ji min re nebêjin ahmed kaya û turgut özal ceynika serê min ji şexsiyet û kurdayetiya herduya jî diçe.. lê li ser sifreya senteza tirk-îslamê mezin bûye.. yanî navê wî kurd e lê bi ser û pepikan ve tirk e..

sala 1692ê xwudê daye, li zanîngeha hacettepeyê beşa ziman û wêjeya tirkî xwendiye..

ji fraksiyona ''yeni asya''yê tê, nêzikê 5-6 salan di quncikeka ''zaman''ê de nivîsî, nizanim hê jî dinivîse an na.. lê bawer nakim, ji ber ku ev çi qas e pesn û wesfên hikûmeta akpê dide û davêje cemaetê..

te dî zilaminin hene her îşÎ dikin, ev jî yek ji wan e, helbest, çîrok, mesel, roman, berhevkarî, televîzyon, belgefîlm, derhênerî, rojname, quncik, hema çi îş dîtibe xwe jê venedaye, kiriye..

di nav kitêbên wî de hem kitêbek b navê mem ile zin û hem jî kitêbek bi navê muhsin başkan * heye.. nivîsên wî yên li ser tesewûfê ne xirab in, lê dema dikeve nav siyasetê dirî bi xwe ve, di malpera wî ya li ser înternetê de opsiyona zimanê kurdî jî heye û çend çîrok û helbest û nivîsên xwe bi hinekan daye wergerandin.. nizanim gelo bi kurdî zane an na, lê min ne bawer e bizanibe..

malpera wî; http://www.sadikyalsizucanlar.net/index.php



24.09.2014 04:38 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» sadık yalsızuçanlar

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî