Ferhenga înteraktîf
raperîn
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-raperîn

1. stranbêjek kurd e û di van demên dawî de pir populer e .

ji wanê ye û hê jî li wanê dijî. albûma wê ya yekemîn xapînok e . bi mirady re albûmak bi navê tarûmar derxist .



18.07.2013 00:43 | brusk56

2. akedemîsyentî û mamostetî kiriye. zimanê kurdî paşê hîn bûye .



18.07.2013 00:43 | brusk56

4. wateya wê Serhildan ango îsyan e.



18.07.2013 01:29 | msirino

5. Jineke dengxweş e...



18.07.2013 09:48 | keje bemal

6. Mixabin qirrika kurdî pê re tune ye...



18.07.2013 10:23 | rojgar

7. Keçikeke delale lê di bar maran de konsera nede, baştire.



04.08.2013 20:20 | zîpik

8. qirika kurdî winda kiriye, bi qirika tirkî stranên kurdan dibêje.... divê çar qemyon nanê tenûrê bixwe û li gundekî kurdistanê bi cî bibe, ava kaniyên çiyayên kurdistanê vexwe, guhdariya dengbêjan bike.... werhasil îşê wê canikê hinekî zor e. nexweşiya çanda populer dikare mirov ji rê derxe, a hatiye serê wê hinekî ev e. şekl û şemala wê, dengê wê xweş e, lê ev têrê nake.



04.08.2013 21:00 | rojgar

9. dENGEKÎ WÊ KU Bi zora tirê derdixe heye, ku zorê dide xwe meriv jiyanê têr dibe.



04.08.2013 22:27 | xewnname

10. (bnr: stranên ku raperînê herimandine)



15.08.2013 20:55 | simurg56

11. ka jêre nebêjin delal. ev çawa çêbu ma henek ruyê wê li hev hatî be û strana bêje(?) em xwe bi qurbana wê bikin..



21.08.2013 23:55 | çukko

12. Kurda ku bi Kurdî nizane û bi wê Kurdiyê distire?



21.09.2013 17:42 | gulan

13. hinkî kêmanî yê wî hebin zi bimin dengê wî xwaşe.. ez fem nakim çima hinkî kurdême wî naecbînin....



18.12.2013 21:48 | gokerr

15. dengê wê ne xerab e lê pirsgirêka wê ya sereke ev e ku bi kurdî nizane û bi kurdî distire.

ma ji bo ku kurdî nizane mariv dikare bibêje bila nebêje? bila bibêje lê hînî zimanê xwe bibe bi demê re şêwe û stîla xwe wê rast bike ne pirsgirêk e..

pirr hevalên min hebûn ku qe bi kurdî stran godarî nedikirin bi saya raperînê bi kurdî jî godarî kirin lê belê ji ber qalîteya stranên wê na, ji ber xweşikiya wê:-) ne henek e raperîn ji ber spehîbûna xwe ewqas navdar bû jixwe cara ewil albûm dernexistibûn stranên hunermendên din digotin û bi awayekî hetikandî û herimandî dîsa ji orjînala stranan bêtir raperîn dihat godarîkirin..

jixwe civat bi kurdî nizanibe stranbêjên civatê jî nezanbûna xwe ji xwe re xem nake mixabin..



06.02.2014 17:37 | ferhenga şikestî

16. stranbêja ku ne ew qas spehî ye. lê spehitahiya wê ji bo stranbêjiya wê bes e û zêde ye jî.

dengê wê ? wele dengê wê gelek xweşik e .



07.02.2014 00:03 | brusk56

17. (bnr: spehîtî îzafî ye)



07.02.2014 01:03 | ferhenga şikestî

19. Guhê xwe bigre û li çavên wê guhdar ke.



11.04.2014 03:56 | hemdilaarda

20. li amedê li kêleka xanûmana mamosteyan (öğretmen evi) cafeyeke beredayî heye, hema bêje her êvar dengê vê ciwanikê tê digihe heta mala ku ez lê rûdinim, nizanim bi xwe tê û distire an xwediyê cafeyê playbackê dike.. ji xwe di repertuvara wan de an ehmed kaya an jî raperîn heye..



11.04.2014 17:38 | endazer

21. ez nizanim canikê jî tê li tirşikê dinêre yan na? bila kes jê re behsa tirşikê neke haa, bi xwedê kurtepistên me yên ku me ji bo wê nivîsiye ger ku bibîne wê dev ji stranbêjiyê berde:-)



11.04.2014 20:55 | ferhenga şikestî

22. wexta dengê wê tê guhê min dîn îman serê min diçe,çi stranên xweş hebin herimandiye.nizanim kurdî dizane an ne belam dury me dury me plz.



11.04.2014 21:14 | gulgenim

23. navek xwoş e *



11.04.2014 21:49 | nivîskar winda ye

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» raperîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî