Ferhenga înteraktîf
amedspor
(14) (1) (4)
di mijarê de bigere
tirşik-amedspor

1. navê nû ya diyarbakır büyükşehir belediyespor e. amblema xwe jî guheriye û bûye kesk û sor û zer. ser xêrê be. îşelleh bikeve super lîgê jî. niha 2. lîga spor totoyê de dilîze.



29.10.2014 08:02 | simurg56

2. tîma ku ez ê ji Diyarbakır Büyükşehir Belediyesporê zêdetir bixwazim bi ser bikeve..



30.10.2014 01:37 | brusk56

3. tîma berê ne eşkerebû bê çi ye. Niha bûye tîmeke Kurdî, bi hêvî me li ser rêya kurdîtiyê bimeşe



30.10.2014 01:55 | berxweda

4. tîma ku di maça turkiye kupasıde albimo alanyasporê 3-2 têk biriye û heq kiriye beşdarî koman bibe.



30.10.2014 10:13 | brusk56

5. tîma ku ji ber navê wê kurdî ye, başe lê înşellah nebe sedema dejenere bûna ciwanên amedî.



31.10.2014 16:02 | nazim tolhildan

6. tîma ku îro li amedê li dijî gumuşhanespor lîst û nekarî bi ser keve. maç 1-1 xelas bû.



02.11.2014 15:42 | brusk56

7. "amed" xweş e lê "spor" nebûye. êdî ev klîşeyeke berê ye divê êdî komên futbolê yên nû dev ji van navên eblogeblo berdin, bi min bibûya "amed spor kulübü" (amed sk) yanî "koma werzîşê ya amedê" (kw amedê) çêtir bû.



02.11.2014 16:36 | ceso

8. Navê vî guherandin baş e, li twitter ê de tenê tirkî dinivîsin ev ne baş e.



@AmedSpor_SK



02.11.2014 17:51 | mîr

9. di nav werzişede şoreşeke,dibe hemû komen werzişedin jî nave xwe biqulbenin,mînak colemerg SK,geverspor hwd. (bnr: her bîjî zimane kurdî)



02.11.2014 19:19 | hûteheftserî

10. tîma ku min duh peyamek avêt rûpela wan a facebookê û axaftineke wisa derbas bû di nav me de ;



ez ; merheba.

rûpela we amede kirî gelek xweşik e.

lê xwestekek min heye ji we. weke navê tîma me amedspor e û weke amedspor tîma kurdan e, nexwe divê hûn di vê rûpelê de, şandiyên bi kurdî jî biweşînim.

qene hûn dikarin vê bikin ; parve kirinên xwe bi tirkî û kurdî bikin. ma tiştek pir zehmet e ?





amedspor ; Ne zehmetiye eme bi kurdi ji parvebikin sandiye xwe.

U daxwaziya me gava parvekirina kurdi me kir zedetir ecibandin lazime ji mera.



ez ; hûn parve bikin soz em ê biecibînin



amedspor ; Spas henuz em kurd in parvekirinen kurdi sedi sed hebe.



hewce bû piştî van bersivan min bigota ger bi vê kurdiyê be hema qet nenivîsin lê, dîsa jî ji tunebûnê çêtir e ..



02.11.2014 20:49 | brusk56

12. tîma min a nû*

qet kêfa min ji futbolê re nayê lê hebûna tîmeke kurdan a kurdistanî bi rastî jî hewce bû, hê jî hin kurdên me yên devşorbê û ehmeq li dû qûna tîmên serdestên xwe zeliqandî ne qenebî em ê bikaribin dêhn û bala hezkerên futbolê bidin amedsporê.. û ji bîr nekin ku tîma barcelonayê a katalanan xwediyî sekneke netewî ye û hevalên me yên katalan yekem rêxistinên xwe di stada nou campê de kirine



02.11.2014 21:42 | ferhenga şikestî

14. Vê êvarê di sehaya galatasarayê de. 2-0 bera wê daye

galatasaray 0 - 2 amedspor http://www.evrensel.net/haber/102776/amedspor-galatasaraydan-rovansi-aldi-0-2



22.01.2015 23:01 | mergehez

15. tîma ku keyfa kurdan xweş kiriye.

wele helal be ji wan re li hember galatasarayê ku bi tîma xwe ya esîl derketibû pêşbaziyê, gelek baş lîstin û 2 golek xweşik jî avêtin.

bi vî awayî bilîzin wê di lîgê de jî bimînin play-off an.

pêşeroja vê tîmê heye ..



22.01.2015 23:34 | brusk56

16. kifş bûye ku, îşev bi serketina li hember galatasaray'ê ve ez jî tê de bala gelek nivîskaran kişandiye ye.



22.01.2015 23:39 | nazim tolhildan

18. a ku ne tîma karî serkeftinekê li ber galatasarayê standî ye.qasê ez zanim tîmeke bi navê amedspor heye lê yê du gol avêtîngalatasarayê diyarbakirspor e. ez jisporê zêde fêhmnakim lê ku xelet be bila yek ji min re bêje.



22.01.2015 23:53 | azadixwaz

19. tîma bajarê min a ku kutaye di qûna galatasarayê re! de bikutin aslanlar bikutin!

ez bixwe ji futbolê hez nakim û qet naşopînim jî jixwe bi tesadufî rastê galegala vê maçê hatim lê wekî her kurdekî gelek kêfa min hat. hetta ji bo ku vê entryê binivîsim ketim tirşikê, nobedar im û karê min heye bay bay loluniz kapîş?*



22.01.2015 23:58 | ferhenga şikestî

21. jı bo azadîxwaztêbinî: tîma ku îşev leyîstiye amedspor e lê bes hê navê wê yê fermî nebûye amedspor...

erê, bifikire ku em xwe dixapînin, ma qey heqê me tune ye ku em xwe bixapînin? hi?



23.01.2015 00:03 | ferhenga şikestî

22. Tîma Amedê ye. Berê navê wê tîma bajarê mezin a Amedê bû. Di kongreya xwe ya nû de biryara guhertina navê xwe da. Navê xwe wek Amedspor guhertin. Lê hê li ba tffê navê wê yê berê tê bikaranîn. Wê heta salek din navê xwe yê nû bikar bîne.

Maça din jî ango maça li Amedê hatî lîstin Amedspor pir pir ji galatayê baştir lehistîbû. Lê ne Amedê Galaatayê gol avêtin, hin golên bêhemdî çêbûn. Yanî maça ewil jî heqê Amedsporê bû.

Vê maçê di yarîgeha wê bixwe de bi du golan karî wan tirkan. Û serê me nekir ber me de. Mala wan ava.

Piştî cizrespora me ku wê jî ki hember torku konyaspora tirkan serê me biling kiribû, ameda me jî em serbilind kirin. Malîava.

*ez jî tu tîman nagirim, lê gava tîm tîmên kurdan bin û reqîb tirk bin an jî hinek din bin wileh babi em jî wek kurdekî tîma kurdî digirin. Ev jî heqê me ye lo.



23.01.2015 00:13 | xendekî

24. Navê nû yê tîma diyarbakır büyük şehir belediyesi ye, lê hê ti fermiyetê de nehatiye erêkirin û tescîl kirin. Amedspor ango diyarbakır bşb îro tîma galatasarayê skora 2-0 têk biriye kêfa herçar parçê kurdistanê lehzeyek be jî anîye cih. Lê tirsa gel ewe ku ev yek zirarê bide pêvajoya aştî û çareseriyê.



23.01.2015 01:47 | seydayê_peyvan

25. tîma kurdanê ke ewro di heb eştî gs ra. Sey nivîskarê bînan, ez zî tîmêk nêtepişnena, la belê ewro ez zaf kêfweş bîya.

Heyan deqayê peyênî dilê mi, ceribnayo Ke cayê xo ra bifelitno. Lê 90 + de 10 numreyê ma hebêk zî eşt, zerrîyê ma asan bîy.



Xûlasa helal bo şima ra!



23.01.2015 01:59 | endazyar

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» amedspor vs. galatasaray

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî