Ferhenga înteraktîf
qirdik
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-qirdik

1. Peyva ku lı herêma botan ji bo meymûnê tête bikaranîn. Peyv di erebî de jî heye.weke قِرَدَةً (qîredeten ) tê nivîsandin. Hetta ev peyv di Qur'anê de jî derbas dibê.Di sûreya beqereyê di ayeta 65ê de derbas dibê. me'na ayetê weha ye: Ew kesên ku qedexeyiya roja şemiyê binpêkirin e em wan dizanin. ji ber vê kiryara wa me got e wan bibin weke meymûnên le'netkirî..



02.11.2014 22:32 | nan û av

2. peyva ku di kurmanciya meletiyê de jî heye.. qirdik an jî bi kurtî qird dibêjin.. weke "enişteyî me yî qird" .. cihê meymunê tê emilandin..



03.11.2014 21:33 | havka

3. ev peyv min tenê ji meta xwe bihistîbu.min digo belkî meta min wek william shakespeare peyva diafirîne.we xeyala min xera kir.wê ev peyv bi maneya (bnr:qeşmer) ê bi kar dianî



04.11.2014 01:08 | radîşo

4. nêzîkê peyvika qehbikê ye. nifireke mezinên me ye



04.11.2014 14:52 | renas

5. peyva hanê çendîn bi zimanê xwe yê resen bi wateya meymûnê de were karanîn jî di zimanê kurdî de bi mecazî ji bo yên ku her gav qeşmerî û lewçetiyê dikin û xwe di nava xelkê de şerpeze dikin tête gotin.



02.02.2017 14:46 | ferhenga şikestî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» qirdik

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî