Ferhenga înteraktîf

nivîskarek ku di serdana xwe ya parîsê de dilê wî dikeve vî bajarî, di gereke xwe ya şevê de ji bo nasîna vî bajarî derfetek bêhempa dikeve destê wî....
(1 şîrove)
midnight in paris
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-midnight in paris

1. bi îngîlîzî: "li parîsê şev"

fîlmeke sala 2011an e.



--- spoiler---



nivîskareke hollywoodê ji bo gerê diçe parîsê û dilê wî dikeve vî bajarî. bi şev dema ku di kuçeyên parîsê de digere, hew dinêre ku çûye salên 1920î. nivîskarê ku jixwe heyranê wan salan e, kêfek mezin ji van gerên xwe yên li paşerojê distîne. bi nivîskar û hunermendên sedsala borî re dide û distîne û pirtûka xwe ya li ber çapê, li wan dide rexnekirin û hwd.

nivîskarê ku li ber zewacê ye, di gerên xwe yên li paşerojê de evîna rastîn jî dinase û dev ji destgirtiya xwe jî berdide.



--- spoiler---



min ji fîlmê hez nekir. ji tevahiya fîlmê tenê çend hevok û fikir man di hişê min de.

yek ji wan: paşeroja ku li ber çavên me diçûrisin û em dibêjin qey ji serdema niha çêtir e, eslê xwe de îllûzyonek e. di her demî de hesreta ji bo demên kevintir, heye. ya rastî dawiya fîlmê, vê fikrê jî pûç dike.



08.11.2014 23:37 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» midnight express
» paris climate agreement

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî