Ferhenga înteraktîf
tişta ku aniha ji tirşikvanan re lazim e
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-tişta ku aniha ji tirşikvanan re lazim e

1. ya ku ji bo min masaj e. masajekî xweş ji destê masorekî hoste..



14.11.2014 00:50 | brusk56

3. derbasbûna heftiyekê ye.ez neşêm xema vîzeyan bikêşim.

(bnr: hi)



14.11.2014 01:16 | vêca çiyeeee

5. Îlham ji bo xebitîta dersê..



14.11.2014 17:59 | mergehez

6. (bnr: nesqafekke germ)



14.11.2014 18:17 | hûteheftserî

7. "Dilê yarê"



14.11.2014 19:53 | xendekî

8. çay e. xîret nakim çayekê çêkim.



14.11.2014 21:24 | oxir

9. hatina roja înê.. lewra roja înê diçim amedê*



14.11.2014 23:07 | ferhenga şikestî

10. ji min re jî xwestina xebitîna dersa.an jî Ev hefteya ezmûna piçek zû bibora baş bû...



15.11.2014 00:00 | eyşeşan

11. (bnr: xew)



15.11.2014 02:38 | azadixwaz

12. bêguman pere.



15.11.2014 12:44 | nazim tolhildan

13. (bnr: sebr û aram û sikon)



04.11.2017 21:29 ~21:30 | bûtîmar

14. ji min re anha bi lez û bez (bnr: av) lazim e, taxa ku ez jiyan dikim av qut bûye.



04.11.2017 21:52 | elîşêr

16. Xewa xefletê.



04.11.2017 23:56 | hêvî

17. Ez çomez im
Ti mafê min tune ye
Ji min re maf lazim e.



05.11.2017 01:40 | xelefêserhedî

19. ji destê ciya min tirşikeke xweş.



05.11.2017 23:50 | gulêê

20. Ji kerema xwe re bila zanayek alîkariyê bide min;
derdê min ev e:
-nikarim razim, demaku radizim jî nikarim şiyar bibim.
Heta sibê 4an şiyar im paşê dikevim nav cihê xwe, tiştên bereday tên bîra min. nikarim xwe ji wan fikran xelas bikim. dema ku radizim nizanim saet çend e û saet 8.30an jî divê şiyar bibim :/
ditirsim her tim wisa bibe û rojeke di destê min de bipeqe.



27.11.2017 14:41 | gulêê

21. pirsgirêka xewê ango serûbinobûna kêliyên xewê di dema zankoyê de dest pê dike. bi taybetî jî ji bo kesên piştî êvarê dersa wan dest pê dike. ji ber ku gelek caran ji ber dersan meriv li saetê nenihêre, mesaî jê re nîn e loma pêdivî pê navêt ku di kîja kêliyê de razaye an di kîja kêliyê de rabûye, bila bixebite û bigihîje dersê bes e.
ez çar sal çûm zankoyê, di her du salên ewil de serê sibehê diçûm, di du salên dawîn de jî piştî êvar an nîvroyê diçûm û carinan di saet 11a şevê de vedigeriyam malê. problema şiyarbûna şefeqa sibehê tune bû.
piştî salakê min dest bi memûrtiyê kir, çend hefteyên ewil heta ku ez şiyar dibûm min digot qey du qemyon kevir radikim li ser çiyê lê piştre hêdî hêdî xewa min ket rêya xwe ya xwezayê û asayî.
aniha di saet 7an de radibim herî dereng di yeka şevê de radizêm oxxx.

problemeke dî ya bêxewîyê mixabin telefon an jî tablet e. li gorî pisporan mirov wexta bikevin nava cîhî divê bi ekranekê re mijûl nebin, ev hem çavê merivan xira dike hem jî rîtma xewê xira dike. divê teqez teqez teqez dema tu ketî nava cîh telefonê negire destê xwe. ji dewsa wê pirtûk bixwîne. dibêjin mirovên ku berî razanê saetek kitêb dixwînin hem xewa xwe têrûtije digirin hem mejiyê wan zindî dibe hem jî rê li ber alzheimerê digirin.
hama bêje her şev berî razanê kêmtir çil xulek kitêb dixwînim, bi vî şiklî hem xewa min tê hem jî nîvê şevê ji xewê hilnapekim û şiyar nabim.

naçîzane pêşniyazên min ev in; tu car di nava cihê xwe de dest nede telefona xwe û teqez tiştina bixwîne.
edît: sebebeke din jî cixare ye, cixare vîtamînên bedena merivî dikuje loma laşê meriv giran dibe.



27.11.2017 15:38 ~15:46 | ferhenga şikestî

22. Pisîkek.



28.11.2017 13:56 | cinorek

24. çend tirşikvanên ku hinekî îngîlîzî dizanin ku bikarin em ji bo ferhenga kurdî-îngîlîzî bi hev re bixebitin. (ne ji bo wergerê, ji bo sererastkirinê)



28.11.2017 19:07 | simurg56

25. Bereketa xwedé.



29.11.2017 19:06 | hêvî

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tişta ku tu lê digerî nehat dîtin
» aniha
» lazim

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî