Ferhenga înteraktîf
çûyîna serwezîr davûtoglu bo herêma kurdistanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-çûyîna serwezîr davûtoglu bo herêma kurdistanê

1. herçend ez hej bi peywendiyên tirkiyê re nekim jî gava ez ala rengîn ber rexê ala sor a bi xwîn ya tirka dibînim keyfxweş dibim.evro davûtoglu serdanek bo hewlêr ê kir.di gel serokê herêma kurdistanê mesûd barzanî civînek pêk îna.



Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herîma Kurdistanê Mesud Barzanî got pêwediyên di navbera wan û Tirkiyeyê de gellek baş in.





Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî ku hevdîtina pêkanîn civînek çapemenî ya hevbeş lidarxistin. Barzanî ragihand ku pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de gellek baş in û hêvî dike hêj pêşvetir biekve.



Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu jî di serî de sersaxiya malbetên kesên ku di encama teqina xwekujekî bi rêya otomobîleke bombekirî li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê pêkanî de jiyana xwe ji dest dayîn û xweş haliya birindarn xwest û wiha got:



“Piştî vê êrişê jî hat xuyakirin ku aramî û ewlekariyê him ji bo Herêma Kurdistanê him jî bo Iraqê mijarên herî girîng in.”



Davutoglu eşkere kir ku wî li gel Serok Barzanî mijarên mirovahî, ewlekarî, siyasî û aboriyê gotûbêj kirine.





Herwiha Davutoglu behsa êrîşên DAIŞê jî kir û got, ji ber şerê wan 2 milyon mirovan mal û milkê xwe bi cî hiştine û niha li Tirkiyê bicîh bûne



Mesûd Barzanî li ser pirsa derbarê peymana petrolê wiha got:



“Ev peyman destpêka û neya dawîyê ye. Demek nêzîk dê şandek ji Hewlêr biçe Bexdayê.”



21.11.2014 12:17 | vêca çiyeeee

2. hate zanîn ku davûtoxlî çûye parêzgehên duhok û zaxo jî.



21.11.2014 18:21 | vêca çiyeeee

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» çûyîna kar
» herêma goyan

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî