Ferhenga înteraktîf
xaniyê malê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-xaniyê malê

1. Li serhedê, kêleka malê xwe, odeyekî/xaniyekî çêdikin. Li hundirê xaniyê malê de tendûr heye. Jê re xaniyê malê tê gotin. li gundê me de ya me jî heye.



"Xaniyên me du beş bûn, beşek li jêrê bû, odeyeke biçûk hebû, di pêşîya odê de hewlî hebû di dawîya hewlî yê de jî tewle hebû, li kêleka tewlê jî odeyeke mezin hebû, me jê re digot xanîyê malê. Îcar di xaniyê malê de tenûr û bixêrîk jî hebû.



Beşa din jî deh panzdeh mêtro jê wê de bû. ew jî odeyek û salonek bû, me ji wir re jî di got Qere taxim an jî xanîyê mezin, mêvanên me yên qedirmezin û mêvanên ji dûr bihatana, me ew dibirin qere taximê li wir di hewand - Agirî Ararat

Agirî, 17.03.2011"







23.11.2014 20:22 | mîr

2. di şert mercên zor ên gundên kurdistanê de cîhê ku dewsa mutbax an jî aşxanê digre ye. di tê bi taybetî tenûr, bi gotina serhediyan ve tendûr, heye . xêncî wê di tê de kucik jî heye û li ser kucik xwarin tê çêkirin. carinan gelek amûrên mitbaxê jî li wir tên bi cîh kirin.



24.11.2014 11:24 | nazim tolhildan

3. le çemîşgezekê şekakan seba mutbexa malê waha degotin.



07.11.2015 16:02 | alîbeg komêrî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» xaniyê herî teng
» malê êtîma

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî