Ferhenga înteraktîf
cînavka xwe û xwedîtî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-cînavka xwe û xwedîtî

1. di nivîse de mijara ku pir çewtiye dikim e.. lê îro min fam kir çima çewtiyan dikim.. di rêzimana kurmancî ya samî tan'î de li ser mijarê weha hatiye gotin..



di kurmancî de xwedîtî jî bi alikariya veqedantek û cînavkan pêk te..ê min, ê te, ê wî/we,ê wan, a min, a te, a wî/we, a we, a wan, ên min, ên wî,/we, ên me, ên we, ên wan... ji bilî cinavkên kesane û şanîdanê, bi cînavka xwe xwedîtî jî tê destnîşankirin..

mînak:ê xwe, a xwe, ên xwe..

di dema xwedîtiyê de ev netarbûna cînavka xwe bi xwe re hinek aloziyan tîne. nemaze di devoka semsûr, meletî, efrînê de cînavka xwe di şûna kesên seyemîn de jî tê bikaranîn..

nimûne:

navê xwe çi ye?

bavê xwe kî ye?

navê bavê xwe çi ye?

pirtûkê rengê xwe sor e..

xwe di cîhê cînavkên wî/wê de jî te bikaranîn..

navê xwe çi ye? ya rast; navê çi ye?

bager û bavê xwe çûn bajêr..ya rast bager û bavê çûn bajêr..rûpel 134



lê li ba me bi devokî navê cendi çi ye? jî dibêjin..cendi dibe ku kendi ya tirkî be..bavê cendi kî ye an jî bavê xwe kî ye? dibêjin.. ya rast bavê wî/we kî ye?

bi kurtî: lê werqîlîm çima xwe'yê cihê wî/we ye dikartînim..an jî çima mirov weha difikire..

(bnr: cevded beg û zarokên xwe)



24.11.2014 21:42 | havka

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» cînavka xwe û xwedîtî
» xweş dilê min

Kategoriyên mijarê:: ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî