Ferhenga înteraktîf
reben
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-reben

1. Ji kesên belengaz, hejar, feqîr, perîşan, jar, goyîn, nedar, belingaz re tê gotin.



29.11.2014 01:39 | berxweda

2. Peyvekî di Strana berê ya dengbêjan de zahf derbas dibe.



29.11.2014 12:01 | mîr

3. li wîkîferhengê ji bo jêderka vê peyvê van raveyan hatiye kirin:



"Reben" bi maneya "keşîş, qeşe, abidên fileh" (inglîzî: monk) ji aramî "reben" tê ku maneya "mezinê me" dide (bide ber erebî: "rebbena" = xwedayê me, rebbê me) û hevreha "reb" (xweda) û "rebbî" (serekên dînî yên cihûyan) e. Forma wê ya mê jî "rebene" ye. "Reben" bi maneya "perîşan, belengaz, şerpeze, jar, hejar" jî divê ji wê be ji ber ku "abidên fileh" wek yên misilman jî (derwêş, sofî, feqî) wek kesên feqîr û jar tên hesibandin. Bo hin peyvên din jî yên deynkirî ku ji wateya xwe ya bingehîn dûr ketine, binere: bedew, cindî (bi maneya keşxe)



(bnr: agahiyên ku piştî bihîstin deh sal ji emrê mirov diçe)



31.10.2015 17:58 ~18:14 | biruya hayao miyazaki

4. peyva ku wiha jî bikartê;



ez rebena teme/ di wateya qey ez pir heyrana teme/hewceyî teme



ez rebenim/ vê wateya hanê dide meriv şermdike lê binihêre tiştekî pir bê ecibandin an meriv lê ecêb bimîne û edî peyv nemînin ku meriv ew xweşikbûnê bide nîşandan ev gotin vê xweşikbûnê dide nîşandan.



01.11.2015 03:26 | shorbevan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» reben

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî