Ferhenga înteraktîf
rêzepeyamên tematîk
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-rêzepeyamên tematîk

1. taybetiyeke li ferhengên înteraktîfê ye. nivîskarek yan zêdetir, qala mijarekî giştî(mînak pirtûkên romannûsekî, fîlmên derhênerekî, agahiyên bajarekî yan jî mijarên taybettir mîna romanên polîsiye, fîlmên bi temaya hevzayendî yan jî têgehên bijîşkî hwd) sernivîsekî vedike. di peyama ewil de pêşgotinek kin an jî dirêj dinivîse û gorî kêfa xwe plana rêzepeyamên xwe bi nivîskaran parvedike. hek bixwaze piştî zêdekirina her peyamekî qala rêzepeyamên xwe, dikare vegere ew mijara giştî ya ku ewil vekir û nivîsand û li wir bi bijkoka bnr an jî vbnr-ê ew peyamê jî nîşan bide. aliyê din li bin her peyamên vê rêzê jî bnr-ekî navê mijara giştî tê dan. rêzepeyam ji bo tiştê ku nivîskar hezdike, ji bo ji nivîskarên din bi naskirin tê çêkirin. armanc serê xwe ev e. ji xwe nivîskarbûna li ferhengê piranî ev e. piştî serkeftina ekşisozlukê ferhengên bi serê xwe bi vê bikaranîn jî hat vekirin.



tirşik li gorî ferhengên tirkan ji xwe qala kurdan tematîk e. lê tirşikvanan dibe ku hatiye çêkirin û min nehesiya, dikare bi vê rengî peyaman zêdebike.



rêzepeyam nivîsandin gelek zehmet e û konsantreyeke baş dixwaze. ji dema qeydbûna min vir ve min dixwest rêzepeyamekî fîlmên bi temaya hevzayendî binivîsim. lê ji ber ku ev plan peyamên kalîte dixwaze, newêrîbûm serlêdim. ka emê binêre ewê çawa be.



jêrenot: simurg56 rêzepeyamekî gelek serkeftî amadekiriye li ser cerahiya giştî. ji ber ku pêwediya min bi tibê tuneye nehesiya me. helal be. *



29.11.2014 11:20 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: cerrahiya giştî)



29.11.2014 12:06 | simurg56

3. mijareke bala min kişandî. pir kêfa min jê re hat û bi min gelek baş e jî. niha ez bi hîseke xurt dixwazim rêzepeyamekê bidim destpê kirin lê wê ne rehet be û hêvîdarim ku serkeftî be, ku destpê bike.



29.11.2014 23:42 | azadixwaz

4. piçek jî encama tirşikê de derbarê mesleka xwe de nivîsînê ye.



30.11.2014 20:20 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzepeyamên tematîk

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî