Ferhenga înteraktîf
kulîçe
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kulîçe

1. Di çanda kurdan de cihekî taybet digire. Berî her 'îdê rojekê tê çêkirin û bi malbat tê xwarin. Yanî bila şaş neyê fahm kirin, li zarokan nayê belav kirin *



03.12.2014 10:02 | mergehez

2. (bnr: ma te kulîçe xwarine ?)



03.12.2014 11:39 | birazî

3. di argoya jinan de min ditiye ku ji bo zarokan jî hatiye bikaranîn.



- fîlankes dîsa kulîçeyên xwe berhev kiribû anîbûn malê.



03.12.2014 18:27 | simurg56

5. Çi qas mijara nanê tê vekirin kulîçe tê bîra min. Ji bona ku em bi nanê tanûrê re wê jî çêdikin e ez bawer im. Ez zahf nizanim lê rîwekek wê bi taybet heye digotin. Çêj û behnek xweş dide hevîra wê. Rengê wê jî ne sor e ne tam qehweyî ye. Gevez e herhal. Naneke pastayeke nizanim. Bi çayê re jî gelek xweş e. Ez herî zêde di nav tirarê ku tije şîr e hûr dikim û dixwim. Wisa xweşiya min diçe. Kurd zehf dixwin. Ji bo rêyan baş e. Gava kurd diçin deverên dûr teqez tanûrek nan û kulîçe çêdikin wek niyeta derxurê. Em ji parîs hetanî mekke û mêdînê bi xwe re dibin. Zahf pihêt e jî gelek bêxerabûnê xwe dispêre. Ez qurbanê wê destê dayikê kurd im ku bi badin û gustîlkan diruv jî didin. Hêj rewnaq dibe û meriv dixwazê hêj bixwê.

Veserkirin: ez navê rîwekê wê bipirsim û binivîsim gelek balê min li wê ye ku ne hat bîra min û hîç wekî kû bê bîra min nîn e.



02.06.2017 22:28 ~22:53 | rûbar

6. (bnr: kade)



02.06.2017 22:31 | mîr

7. Nanê mezopotamyayê ye. Mezopotamya dibêjim ji ber go gelê sûryanî jî çê dikin û li ba wan zehf bi navûdeng e. Lè belê pêşî kê dîtiye ti kes nizane û ewqa jî ne girîng e.

Wekî dî jî, li raxê torê ji kulîçe ra dibêjin sewkê eydê.

(bnr: sewkê eydê)



04.12.2020 00:28 | hueyn

8. nanê ku li gundên tirkan yên li konyayê jî tê çêkirin. min di belgefîlmekê de dît. gûndiyên tirk jî jê re dibên kulîçe û çêdikin. dibe ku ji kurmancên anatolyayê derbasî wan bûbe.



29.05.2021 14:07 | hueyn

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kulîçe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî