Ferhenga înteraktîf
bertolt brecht
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-bertolt brecht

1. helbestvan û nivîskarê û derhênerê tîyatroyê ê Elman.damezrênerê tiyatroya epîk...





GENERALÊ MIN TANQA WE ÇI BIHÊZ E



Tanqa we çi bihêz e generalê min

heger têkevê dikare paqij bike daristanekê

dikare bipelçiqîne sed merevan

lê kêmasiyek wê he ye

ajokarek jê re divê



Teyareya we ya bombebaranê çi bihêz e generalê min

ji babîsokê zûtir difre, ji fîlê bi hêztir

lê kêmasiyek wê he ye

hosteyek jê re divê



Ev merev çiqas jêhatiye generalê min

dizane bifre,dizane bikuje

lê kêmasiyek wî he ye

dizane bifikre.







DIXWAZIM



Dixwazim herim bi delala xwe re

dixwazim guhnedim çewabûna dawiyê

dixwazim nefikirim baş e yan xerab

dixwazim nizanibim ji min hezdike gelo?

dixwazim herim bi delala xwe re.

BERTOLT BRECHT



19.07.2013 15:08 | cirano

2. Brecht li helbesteke xwê de di beje ku,

Pirtûk tên şewitandin.

...
Hûn çima ve pîsîtîye ji min re dikin.
Pirtûken min jî bi şewitênin...



06.10.2019 00:49 | brezantonçehov

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» bertolt brecht

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî