Ferhenga înteraktîf

Fîlm rexneyek e li xewna amerîkî. behsa belavbûn û hilweşîna malbatekî tê kirin. Lester, nikare bi keça xwe û jina xwe re têkiliyeke durîst pêk bîne. jîyana wî tim wekhev e û ji vê rewşê kerixîye. di ...
(3 şîrove)
american beauty
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-american beauty

1. fîlmeke ku min duh temaşe kir e. biyanî bûn, dejenere bûn, xerabûna têkiliyên di navbera ferdên malbatê, xerabûna hestan û li hev dûrketina mirovên civata amerîkayê peşkeş dike. fîlmeke serkefti ye.



09.12.2014 15:04 | nazim tolhildan

2. Fîlma ku kevin spacey tê de dilîze. Ev yek bes e ku ji bo temaşekirinê.

Li ser jiyana malbatî, menfeatperestî, veşartina hestan û nejidilbûna mirovan fîlmekî gelek rind e.



----spoiler-----

Di fîlm de leşkerekî kevn ku wer bi mîlîtarîstî û mêrxasîya xwe pesnê xwe dide heye û bi vî hawayî zulmê li lawê xwe û jina xwe dike. Dixwaze ku ferdên malbata wî jî wekî leşkeran bêhest û fermî be. Lê ji nişkave derdikeve holê ku "gay" bûn pêre heye.

----spoiler----

http://www.imdb.com/title/tt0169547/



09.12.2014 15:36 | rûbar payîz

3. kevin spacey nêzî nîrvanayê dibe. bi lîstikvaniya xwe fîlmê hildigire û dixe di nav fîlmên herî baş. ev qasî fîşalkirin bes e. ligel lîstikvaniya spacey, lîstikvaniya lîstikvanên din, derhênerî, senaryo û muzîka fîlmê jî baş e. jixwe tene bi lîstikvaniyê fîlmek nikare xwe evqasî bide hez kirin. mijara fîlmê bi kurtasî li jor hatiye gotin, ne hewce ye ku ez jî binivîsim. Ez dixwazim qala çend hêma an jî em bêjin sehneyên fîlmê bikim.



hişyarî: spoîler

- bi kifş bûna hevzayendbûna cîranê wan ê mêr ê ku mîlîtarîst e, temaşevan şaş û mam dimîne.

dawiya spoîlerê



- sehneya ku lawikê kameravan dîmenên kîsikek û pelên ziha yên ku bê wan li ber xwe dibe, dikişîne pir meşhur e. lê li gor min ev sehne ewqas fîşalkirinê heq nake.

ew sehne: http://youtu.be/gHxi-HSgNPc



- sehneyek nêzî dawiya fîlmê heye ku min pir jê hez kir. jina serlîstikvanê fîlmê di siwareya xwe de ye û di radyoyê de muzîkek dest bi lêdanê dike. jinik bi strabêj re stranê dibêje.



herî dawî spoîlereke din bidim

ew îfadeya ser çavê kevin spacey a dema ku ew dimire, bi lîstikvaniyeke serkeftî hatiye dayîn. li gor min yek ji lîstikvaniyên herî serfiraz e..

dawiya spoîlerê



pêşniyarî we gişan dikim. teqez temaşe bikin..



10.12.2014 14:05 | mergehez

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» american honey

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî